Li Newroza Stenbolê peyamek hevpar hat dayîn û hat gotin: “Tişta dikeve ser milê me, ji bo em tecrîdê bişikînin, em biryardariya kesên bedena xwe dane ber birçîbûnê, girseyîtir bikin.” Girtiyan jî di peyama xwe de got, heta tecrîd ranebe ew ê dest ji çalakiya xwe bernedin.
Newroza Stenbolê ya bi şîara, “Em ê teqez bi ser kevin û tecrîdê bişikînin” bi coşeke mezin doh pêk hat. Metna hevpar a ku ji aliyê Komîteya Amadekar a Newrozê ve hatibû amadekirin bi Kurdî û Tirkî hat xwendin. Metna Kurdî endama Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Zindanan re Nuran Ugur xwend.
Di metnê de wiha hat gotin. “Em tecrîdê bişikînin. Faşîzmê têk bibin. Em li dijî faşîzmê hêrsa xwe bikin agirê Newrozê. Îro em bi sed hezaran kesên li vir kom bûyî, li dijî zilm û faşîzma AKP-MHP’ê ne. Cejna hemû gelên bindest a Newrozê pîroz be. Em ê zilma li ser cenazeyên Zulkuf Gezen û Ayten Beçet û gelek hevalên xwe yên din ji bîr nekin. Em kok, şax û pelên herî kevnare yên vê axê ne. Zivistana dijwar belav bû û em gelek nêzî biharê ne. Bi milyonan kesî bi yek dengî got, ‘em hemû Leyla ne.’ Em ê faşîzmê ji hev parçe bikin, tecrîdê bişikînin û rojên xweş li pêşiya me ne. Tişta dikeve ser milê me ji bo em tecrîdê bişikînin, em biryardariya kesên bedena xwe dane ber birçîbûnê, girseyîtir bikin.
Em carek din bi qîrîn dibêjin, An Azadî An Azadî! Newroz Pîroz Be!”
Berxwedana mîna agirê Newrozê geş
Piştre, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê derketin ser dikê. Li ser navê wan, Turkiye Bozkurt got, “Em li vir carek din bang li rayedaran dikin. Em ê xwedî li zarokan û aştiyê derkevin. Divê gelê me yê hêja xwedî li nirxên xwe derkeve. Heta tecrîd ranebe dê berxwedana greva birçîbûnê jî bi dawî nebe. Em ê hemû bi hev re li ber xwe bidin.”
Piştî axaftina Bozkurt nameya girtiyên di greva birçîbûnê de ye hat xwendin: “Em di zindanan de bi coşa geşkirina agirê Newrozê dijîn û li ber xwe didin. Heta tecrîd neyê şikandin dê tu kes nikaribe çalakiya me bişikîne û wê bi ruhê agirê Newrozê geştir bibe. Rê û rêbaza demokratîkbûna Tirkiyeyê, Birêz Abdullah Ocalan bi xwe ye. Heta konsepta li ser Birêz Abdullah Ocalan neyê şikandin çalakiya me dê bidome. Em ê girêdayî bîranîna hevrê Zulkuf, Ugur, Ayten bimînin. Em carek din bi ruhê berxwedana agirê Newrozê cejna we pîroz dikin.”
Bernameyê de wekî din konsera hunermend Mizgîn Tahîr jî gelek çalakiyên hunerî û ya TJA´yî jî di navê de peyamên gelek tevgeran jî hebûn.
MA / STENBOL