Berxwedana li hepsên Tirkiyeyê û Kurdistanê dewam dike. Li Hepsa Tîpa H a Bûrsayê 12 hepsî ji 27’ê Kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ne. Hepsiyan ragihand ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bê, ew ketine grevê. Her wiha ji ber kirinên wî, hepsiyan giliyê midûrê duyemîn ê hepsê Mesût Altintaş kir. Girtiyan bal kişand ser binpêkirinên mafan ên bi destê Altintaş.
‘Mafên wan neyên dayîn’
Di daxwaznameya girtiyê nexweş Îdrîs Başaran de, hat diyarkirin ku heta niha ti daxwaza wan bi cih nehatiye anîn: ”Li gorî giştînameyê mafê me yê çalakiyên spor û sohbetê cih negirtine. Her wiha raporên hevalên me yên nexweş bi kêfî tên piştguhkirin. Ev nêzîkatî bûne sedem ku hevalên me yên nexweş ên li cem me bi tayê bikevin. Em van nêzîkatiyan qebûl nakin. Ev nêzîkatî wê bibe sedema kûrbûna pirsgirêkê. Çalakiya greva birçîbûnê ya berê û ya niha jî ji ber van sedeman e.”
Hepsiyên MLKP’ê jî dest bi grevê dikin
Girtiyên ji doza Partiya Komunîst Lenînîst Marksîst (MLKP) yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî 3’ê Çile dest bi greva birçîbûnê dikin. Girtiyên MLKP’ê bi daxuyaniyeke nivîskî got, “Em ji bo piştgirîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD´ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Ocalan, di navbera 3-8’ê Çile de greva birçîbûnê didin destpêkirin.
Daxwazên Leyla Guven rewa ne û divê pêk werin. Divê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan were rakirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN