Li girtigehên Tirkiye û Kurdistanê dewleta Tirk zilm û êşkencê li girtiyan dike. Jina 85 salî, Sîsê Bîngol a ku li Girtîgeha Jinan a Tarsusê tê girtin, rewşa wê ya tendûristiyê xirab e.

Dayika Sîsê ev 8 roj in li Nexweşxaneya Mêrsînê tê dermankirin, tenê hefteyê rojekê destûr tê dayîn ku bi keça xwe re hevdîtinê bike. Hat diyarkirin ku ji ber temenê wê yê mezin nema tiştek tê bîra wê û nexweşiyên wê yên wekî tansiyon, mîde, şekir û gelek nexweşiyên wê yên din hene.

Keça Sîsê Hasbiye Kanmaz ji bo ku li nexweşxaneyê li dayika xwe mêze bike, ji Dozgeriya Komarê ya Mêrsînê destûr xwestibû, lê dozgeriyê tenê hefteyê rojekê destûr da ku biçe dayika xwe bibîne.

Li aliyê din hat ragihandin ku girtiyê nexweş Soydan Akay li Girtîgeha Jimara 9’an a Tîpa L a Silîvriyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin.

Hevalên Soydan Akay yên li Girtîgehê bi nameyek balê kişandin ser rewşa Akay. Girtiyan ragihand ku hevrêyê wan Akay di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Akay di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) cih digire û nexweşê penceşêra mesane ye.

15 Jin hatin sirgûnkirin

15 jinên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtîbûn, pêr sewqî Kampusa Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê hatin kirin. Hat diyar kirin ku wê di rojên pêş de jî sirgûnkirinên nû çêbin.

Hema were îfadê

Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Husamettîn Tanrikulu di 29’ê Cotmehê de gava di rê de dimeşiya ji aliyê polîsên sivîl ve hat rawestandin û bi hinceta “Li qereqolê îfade wî heye” hat binçavkirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN