Polîsên dewleta Tirk, dest werda malbatên girtiyên li ber Hepsa Tîpa M a Gebzeyê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn, û çalakger hemû destgîr kirin. Ev çalakgerên ku xizmên girtiyên di grevên birçîbûnê de ne, bi vê yekê bûn şahidê yekser ê zilma nedîtî.
Polîsên Tirk doh, li ber Hepsa Tîpa M a Gebzeyê, êrişî xizmên girtiyan kir. Xizmên girtiyan bixwe, ji bo piştgiriya zarokên xwe dest bi çalakiya rûniştinê dikir ji bo destekkirina zarokên xwe yên di hepsê de. Weke hemû hepsên Tirkiyeyê, li Gebzeyê jî girtiyên ji doza PKK û PAJK´ê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Malbatên girtiyan doh bi armanca piştgirîyê li ber Hepsa Tîpa M a Jinan a Gebzeyê çalakiya xwe ya rûniştinê û nobetê dabû destpêkirin. Li ser destwerdana polîsan, malbatan di çalakiya xwe de israra xwe nîşan da û çalakiya xwe dewam kir. Polîsên Tirk dor li çalakgeran girt û piştî bi demekê hemû destgîr kirin.
KOCAELÎ