Endameke RJAK’ê ku bi armanca dermanbûnê çûbû Dihokê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate binçavkirin û agahî jê nayê wergirtin.

Doh serê sibê hêzên asayîşa PDK’ê li bajarê Dihokê ser malbata welatparêzekî de girtin endameke Rêkxirawî Jinanî Azadî Kurdistanê (RJAK)  û zilamekî ji malê binçavkirin.

Çalakvana Jin a bi navê Hêvîdar Hesen Elî ku endama RJAK’ê ye û ji ber nexweşiyên xwe bi armanca çûyîna nexweşxanê serdana Dihokê kiribû, ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê ya Dihokê ve hate binçavkirin û heta niha jî ti agahî jê nayê girtin.

Li gorî agahiyên ku ew kesê bi çalakvana jin re hatiye girtin daye me, asayîşê jê re gotiye, tu biçe, em ê wê jî serbest berdin. Lê tevî vê yekê jî heta niha ti agahiyek jê nehatiye girtin.  

Hêjayî gotinêye ku PDK van mehên dawiyê ji derveyî kesên weke wê difikirin, nahêle kesek li herêmên dibin desthilatiya wê de bimînin û herkesa ji bo xwe metirsîdar dibîne yan derdixe derveyî sînorên desthilatiya xwe, yan jî wan winda dike yan jî zîndanî dike. 


 DIHOK