Ji bo Kedkarê mezin ê medya Kurd Mahmût Onder, li paytexta Danîmarka Kopenhagenê merasîma cenaze pêk hat. Di merasîm de li gel malbata Onder bi sedan Kurdistanî, nûnerên sazî û çapemeniya Kurd, şagirt û hevkarên Mamoste Onder amade bûn. Di merasîmê de Hevserokê Kongara Gel Remzî Kartal sersaxî ji gelê Kurd re xwest û diyar kir ku Mahmut Onder ji bo welatê xwe bi eşk dixebitî. Her wiha ji bo sersaxiyê di merasîmê de peyama ku KCK’ê şiyandi bû hat xwendin û li ji malbata Onder keça wî axivî û got: “Wesiyeta bavê min ew bû ku em tu carî zilm û zexta Tirkan jibînekin.”

Hevkarê Mamoste Mahmud Rojnamevan Reşad Sorgul jî diyar kir ku wî û mamoste bi hev re rojên xwe û nexweş derbas kirine û anî ziman ku mamoste her xwedî bîhn firehiyeke mezin bû. 

Piştî axaftinan ji aliyê Yekîtiya Ragihandina  Demokratîk a Ewrupa û Navenda civaka Demokratîk a kurd ya Kopenhagê ve sînevîzyonek hat pêşandan. Di dawiyê de Kurdistaniyan sersaxî li malbata Onder kir.  


DANÎMARKA