
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hinceta rizgarkirina bajarê Babê û gelek bajarokên derdorê ji çeteyên DAIŞ′ê, ew herêm dagir kirin. Ji ber hovîtiya artêşa dagirker û çeteyên wê, rojane bi hezaran welatiyên sivîl ên wan herêman koçî herêmên biewle dikin, gelek ji wan jî li Kantona Efrînê bi cih dibin.
5 malbatên ji wan herêman derbasî Kantona Efrînê bûn û li kampa Dêr Cemal a li navçeya Şêrawa bi cih bûn. Rêveberiya kampê ew pêşwazî kirin û pêdiviyên wan peyda kirin. koçberan çîrokên xwe anîn ziman.
Êşkence tê kirin
Koçbera bi navê (Y.H) ku ji gundê Cib Ebyed ê herêma Babê ye, got ku wan ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên berê xwe dan kampa Ezazê û wiha domand: ″Çeteyan gelek rêbazên îşkenceyê li ser me didan meşandin û ciwan bi darê zorê tevlî nava xwe dikirin. Li kampa Ezazê ewlekarî tine bû, ji ber vê me berê xwe da Kantona Efrînê.″
Jina bi navê Emîne jî ji gundê Cib Ebyed e, ji ber hovîtiya çeteyan bi temenê xwe yê mezin riya koçberiyê ya dirêj da ber xwe û gelek êş kişandin.
Koçberê bi navê (Ş.H) ji gundê Koyris Xerbî yê girêdayî herêma Dêr Hafir e, ji ber bombebarana dewleta Tirk gelek parçe ketin laşê wî û 4 kes ji malbata wî hatin kuştin. (Ş.H) li kampa Şahba bicihbû.
NARÎN EMÎN / FATMA IBRAHÎMANHA /EFRÎN