Li taxên Xaçort, Şehît Fehîm Arvasî, Rojava, Valî Mîthat Bey, Akkopru, Şehît Firat û Yenîmahalleyê yên navçeyên Wanê Tuşba, Artemêtan û Îpekyolu ciwan kom bûn ji bo şermezarkirina terora dewletê ya li Sîlopî, Cizîr û Şirnexê. Ciwanan agir dada û çalakî li dar xistin. Ciwanan rê li çûnûhatinê girt û nasname kontrol kirin. Piştî demekê, polîs bi wesayîtên zirxî ketin taxan, bombeyên gazê avêtin ciwanan û bi çekên luledirêj gule li ciwanan û xelkê reşandin. Ciwanan jî bi parastina rewa bersiv da polîsan û li ber xwe da. Pevçûnên li taxan heta derengî şevê dewam kir. Ji ber guleberana polîsan zirar li gelek malên welatiyan bû.
Piştî pevçûnên bi saetan, polîs vekişiyan. Ciwanan jî sirûda “Çerxa Şoreşê” xwed û dirûşmên “Bijî Serok Apo” “Şehîd namirin” “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” gotin û heta sibehê li ber bend û barîkadan nobet girtin.
Li aliyê din parlamenterên HDP’ê Remzî Ozgokçe, Lezgîn Botan, Yurdusev Ozsokmenler û Tugba Hezer hatin taxa Xaçortê ku bi rastî êrîşan polîsan tê nobet girtin. Ji bo ku xelk neyê kuştin Parlamenterên HDP’ê Remzî Ozgokçe, Lezgîn Botan, Yurdusev Ozsokmenler û Tugba Hezer hatin taxa Xaçortê ku rastî êrîşên polîsan hat. Parlemanteran li Xaçortê nobet girt. Heyeta parlementer, rêveberên DBP yên navend û navçeyan jî di navê de li taxê heya serê sibê nobet girtin û bûn mertalên zindî. Dema ku parlemanteran bi gel re nobet digirt, polîsan bi ava bi şid û gaza îsotê dest werda nobetê.
Welatî û wekîlên wan mexdûr bûn
Ji ber gaza zêde ya tevahiya şevê hat avêtin, çalakvanên çalakiya nobetê mexdûr bûn. Ciwanan bersiva êrîşan da û heya derengiya şevê şer dewam kir. Piştî ku bi berxwedan û paraztina ciwanan polîs ji taxê vekişiyan, parlemanteran jî dawî li çalakiya xwe ya nobetê anîn.
WAN
Navê dewletê li Kurdistanê Zilm e
Li navçeya Şirnexê Silopiyayê Fatma Ay û keça wê ya 14 salî ya bi navê Berfîn li ser banê mala xwe radizan, û bûn hedefa sekvanên li avahiya Midûriyata Polîsan. Di êrîşê de dayikê jiyana xwe ji dest da keça wê birîrdar bû û ew rakirin Êlihê. Li taxa Karşiyaka ya Silopiya Fatma Ay a 55 salî û keça wê Berfîn Okten a ku li ser banê mala xwe ya li rêya 52’yemîn radizan, pêr bi şev saet di 12.30’an de bûn hedefe sekvanên li ser avahiye Amîriya Buroya Kontrolkirin û Tescîlê ya Trafîkê ya Midûriyeta Polîsan hatine bicihkirin. Di encama gulebarana sekvanan de ewil dengê qîrîna keça wê hat û dema ku Ay bi hewara keça xwe ve çû, vê carê jî sekvanan gule berdan wê. Ay û keça wê bi birîndarî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê lê ligel hemû hewldanan jî dayikê jiyana xwe ji dest da. Keça wê ya ji milê xwe birîndar bû jî rakirin Êlihê.
ŞIRNEX