Rapora Şopandinê ya ji bo çalakgerên girtî yên li Marmarayê hat eşkerekirin û zelal derkete holê ku dewleta Tirk zilmê li hepsiyan dike, mafên wan û hiqûqa xwe binpê dike û bi helwêsta xwe ya dermannekirin û zilmê dibe ku rê li ber mirina girtiyan veke.
Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê û Koordînasyona Krîzê ya Marmarayê rapora li ser girtiyan eşkere kir. Di raporê de hate ragihandin ku ev 6 roj in ber bi pêş ve tiştekî baş nebûye.
Heyetê rapora li ser grevên birçîbûnê li Şaxê Stenbolê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi civîneke çapemeniyê eşkere kir. Di civînê de pankarta li ser nivîsandî “Bila mafê hiqûqî û tibî yê çalakgerên greva birçîbûnê bidin wan” hate daliqandin.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku bi qasî dema greva birçîbûnê pêvajoya piştî wê jî girîng e. Koçyîgît got, “Li gorî agahiyên gihîştine ber destê me, ev pêvajo baş nayê birêvebirin û wezaretê amadekariyek di vî warî de nekiriye û xwe li hevkariyê girtiye.”
Cejn jî be revîr divê vekirî be
Koçyîgît bal kişand ser helwêsta rêveberiyên hepsan ên neerênî û got, “Di dema cejnê de divê revîr vekirî be. Di asta pêwîst de personel amade be. Divê ji bo rewşeke lezgîn û sewqkirinê amadekarî timî hebe. 3 mehên destpêkê gelekî krîtîk in. Kantîn divê di dema cejnê de vekirî be.” Koçyîgît got, li gelek deveran girtî bi hinceta betlaneya cejnê, nayên veguhestin.
Hin çalakger hîç neçûne doktor
Seroka ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî diyar kir ku hin girtî hene, hîna neçûne doktor û got, “Ev binpêkirina mafê dermanbûn û tenduristiyê ye. Em dixwazin ev yek tavilê bê sererastkirin. Em didin zanîn ku derengkirina dermankirinê di serî de mafê jiyanê, dikare rê li ber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê veke. Ji tecrûbeyên grevên birçîbûnê yên salên 1996 û 2000’î em dizanin ku 2 an jî 3 mehên piştî çalakiyê, dikare rê li ber pirsgirêkan veke. Em bang li wezaretê, rêveberiya hepsan û rayedarên dewletê dikin, berpirsyariya xwe bi cih bînin. Bêyî cihêkariyê divê mafên girtiyan qebûl bikin. Raya giştî ya demokratîk jî divê bi hesasiyet vê pêvajoyê bişopîne.”
Wezaret xwe nade ber diyalogê
Endamê Desteya Rêveber a Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) Murat Ekmez jî got, piştî greva birçîbûnê pêvajoya xwarin û vexwarinê krîtîk e, ev pêvajo ji şopandina greva birçîbûnê girîngtir e û diyar kir ku Wezareta Tenduristî û Dadmendiyê xwe nade ber diyalogê. Ekmez her wiha got, Wezareta Tenduristiyê prokolê jî bi cih nayîne.
Dewlet qanûnên xwe jî binpê dike
Yek ji parêzerê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Rengîn Ergûl jî got, ‘’Daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ew bû ku Tirkiye qanûnên xwe bi cih bîne. Grevkerên ku kir Tirkiye li gorî qanûnên xwe biçe, niha dîsa, ji bo ku Tirkiye li gorî qanûnên xwe naçe, nikarin xwe bigihînin derfetên tenduristiyê.’’
Serokê Şûbeya Anatoliyê ya Sendîkaya Kedkarên Tendiristiyê û Xizmetên Sosyal (SES) Erdal Guzel jî got, ‘’Di nav 3 mehan de heke mudaxele neyê kirin, wê nexweşiyên giran li 3 hezar girtiyan peyde bibin. Ev ji bo wijdanê me tiştekî hewce ye.’’
Dibe ku hin girtî bimirin
Piştî axaftinan rapora bi raya giştî re hate parvekirin. Rapor li gorî hevdîtinan dibêje, li nexweşxaneyan ti hazirî nehatine kirin, nexweşxane dibêjin, heta ku ji Wezaretê ferman neyê, wê ti haziriyê jî nekin. Herçî Wezaret e, ti ferman nedaye. Di raporê de her wiha hate gotin, piştî greva birçîbûnê ya heke neyên dermankirin, nikaribin rast bixwin û vexwin, mirin jî di nav de rîskeke zêde heye ku nexweşiyên giran li girtiyan peyde bibin.
Bi berdewamî hate gotin li gel ku 6 roj di ser qedandina greva birçîbûnê re derbas bûne jî, bi kelepçeyean miayene tê kirin, bi rîngê girtiyan dibine nexweşaneyê, li revîra nexweşxanê xwarinên ne guncaw didin girtiyan. Herî dawî hate gotin gelek girtî ranekirine nexweşxaneyê, şopandina rojane bi dawî bûye, tenê dema ku nexweşiyên giran çêdibin, bi destûra rêveberiya hepsê wan dibine revîrê.
STENBOL