Li Licê bi deh hezaran esker, polîs û cerdevanên dewleta Tirk, operasyoneke dagirkeriyê didomînin. Esker zorê li welatiyan dike ku gund û gundikên xwe vala bikin. Eskeran gefa „Çandinî û mahsulên xwe rakin. Em dê çiyê hemûyî bişewitînin“ li welatiyan xwar. 
Heta niha bi dehan caran gund hatin dorpêçkirin û qedexeya derketina derve li gundan hat îlankirin. Lê disa welatiyan gund û warên xwe vala nekirin. Welatî ji ber qedexe û dorpêça leşkeran zêdetirî 2 mehan e ku nikarin ji gund û malên xwe derkevin. Niha jî esker gefa „Çandinî û mahsulên xwe rakin. Em dê çiyê hemûyî bişewitînin“ li welatiyên Licê xwar. Operasyona dagirkeriyê li çolter û gundên Licê bê navber didome û lê dewleta Tirk encama ku dixwaze bi dest naxe. Ji ber ku tevî hemû zor û zextan, gundî dîsa cih û warên xwe naterikînin, vê carê gefa şewitandinê li gundiyan dixwin. Polîsên tîmên taybet di nava meha dawî de 8 welatî bi maşîneyen zirxî qetil kiribûn. 


Em warên xwe bi cih nahêlin


Welatiyên gundên herêmê diyar kirin ku eskerên Tirk ji dagirkeriya xwe encam bi dest nexistin û vê carê dixwazin baxçe, rez û zeviyên gundiyan bişewitînin û wiha peyivîn: „Dixwazin em gundên xwe bi cih bihêlin. Lê çi dibe bila bibe em gundên xwe naterikînin.“ 
Gundiyê Hurê, Feyzi Kizildemir, got: „Di operasyona berê de me gundê xwe vala kir. Gund bombe kirin û me ji neçarî gund vala kir. Ji ber operasyon û topbaranê me nekarîbû çandiniye xwe rakin û sewalan xwedî bikin. Niha dixwazin heman tiştî bînin serê me. Heta niha bi dehan caran gund dorpêç kirin û qedexeya derketina derve îlan kirin. Em li malen xwe hepis kirin. Niha gefan li me dixwin. Welatî dikevin nava fikara ‘Gelo dê gundê me bombe bikin?’ Lê gundê me jî bombe bikin û me li vir bikujin jî em gundê xwe bi cih nahêlin û naçin.“ 




Roma bêbext gundan
vala dike

Welatiyê bi navê Gulden Kaplan jî anî ziman ku esker dixwazin bi zorê gundan vala bikin û ji bo ku welatî gundê xwe vala bikin her cureyê zextan bi pêş dixin. Em li van gundan ji dayik bûne û mezin bûne. Em gundê xwe bi cih nahêlin û naçin.“ 
Pîra 74 sali Xanim Kuzu jî nerazîbûn nîşanî hewldana dewleta Tirk û eskerên wê da û got: „Berê jî gundê me şewitandin û em bi zorê ji gund derxistin. Niha dîsa dibêjin ‘em ê bişewitînin’ Me carekê gundê xwe bi cih hişt, lê em careke din gundê xwe vala nakin û naçin. Dixwazin bi vê oprasyonê gundan vala bikin. Lê çi dibe bila bibe em gundên xwe neterikînin.“ 


 AMED