
Ji ber ku ziman û hişmendî ji hev qut nîne. Pêwîst e em baş bizanibin di gerdûnê de zimanê her tiştî heye. Hûn dizanin bê ziman nabe. Em ji bîr nekin zimanê gerdûnê jî heye. Ez dibêjim heye lê hûn? Dibe ku guhên me ker bin, dengê zimanê xwe nebihîsin, dê çawa dengê zimanê cîhan û gerdûnê bibihîse? Baweriya min di van aliyan de heye. Lê hûn çi dibêjin? Ziman pir tiştan di nava xwe de vedişêre. Pir tiştên em nabînin heye. Rast e, dibe ku em lê mêze dikin lê mixabin nabînin.
Dema ez van nirxandinan dikim, encamên ez gihîştimê didim diyarkirin. Mînakên pir bi êş ên em dijîn hene. Mînak, em dibêjin em bi zimanê xwe dizanin lê em nikarin pê bihizirin, em nikarin xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Mînakên wisa pir bi êş hene. Ez dipirsim: Em çiqas pirsên ji bo ziman ji xwe dikin? Her wiha bersiva xwe didin. Na, pir caran hewldanên me jî lewaz dimînin. Ma newisa ye? Gotinên me bêqusûr in lê pratîka me ji rastiyan pir dûr e. Ewqas nakokiyên mezin! Em baş dizanin, mêtingerî lîstikên xwe yên destpêkê li ser ziman çêdike. Dema ku mirov zimanê xwe ji bîr bike, ev tê wateya xwejibîrkirinê jî. Xwejibîrkirin, wisa biçûk û hêsan nîne. Mêtingerî bi qedexeya ziman, psîkolojiya pir cuda li ser mirovahiyê dide meşandin. Em baş dizanin ku qedexeya ziman qedexekirina nasnameyê, qedexekirina nasnameyê jî nenaskirina hebûna netewe û civakê ye. Ji bo mirovan jî ‘hebûn’ çavkaniya jiyanê ye. Pergal, bi saziyên xwe yên cur be cur û bi navên cuda lîstikên pir zirav dide meşandin. Ev ziravbûyîn li ser hişmendiya mirov tevizandineke wisa dide meşandin ku mirov nizane çawa dibe. Tevizandin bi xwe re çi tîne? Hûn çi dibêjin, çi tîne? Bênakokîbûyîn, ev bi xwe re çi tîne? Mirovên kor, lal, bêhest yên nabihîsin. Ma ne wisa ye? Em dizanin ku nakokî bi xwe re lêgerînê tîne lêgerîn mirov digihijîne heqîqeta jiyanê.
Ew heqîqeta ku ji destên mirovahiyê hatiye dizîn. Wê demê mirov dikare bibêje ku, ziman heqîqeta mirov dide diyarkirin. Ev heqîqet çi ye? Hûn çi bersivê didin? Bersiva min jî ‘dîrok e.’ Dîroka mirovahiyê ye. Yên ku dîrokê rast nizanibin û şîrove nekin, nikarin roja me ya îro şîrove bikin. Ji bo vê yekê Rêber Apo dibêje: “Di pêşketina mirovahiyê de, girîngiya ziman, şoreşa ziman” heye. Wê demê ev şoreş, pir bi lezgînî ji me tê xwestin. Şoreşa hişmendiya xwe û ruhê xwe ji tevizandinan paqijkirin û zelalbûyînê dixwaze. Dibe ku pir pirsên cuda di sere we de derbas bibin, dibe ku nebin jî. Lê belê ez ne li dijî xwefêrkirina zimanan im. Lê divê em ji bîr nekin ku em ji bo zimanê xwe dibêjin “Zimanê dayikê.” Ma newisa ye? Wê demê ji me çi tê xwestin? Naskirina dayika xwe. Dema me dayika xwe bi heqîqeta wê baş nas kir, wê demê em ê bikaribin ‘dayikên din jî nas bikin.’
GULAN AVRÊL