ŞÎLAN MIHEMED ANHA / KOBANÊ 


Di pêvajoya 5 salên ji şoreşa Rojava ku 19`ê Tîrmeha 2012`an de hate destpêkirin, gelek gavên girîng û ber bi çav di aliyê pêşxistina zimanê Kurdî hatne avêtin. Êdî  ji vekirina dibistanan, heta vekirina peymangehan, akademî û herî dawî jî vekirina zanîngehan, perwerde bi zimanê Kurdî tê dayîn.

Ednan Hesen giringiya  zimanan ji bo gelan û taybet gelê Kurd, ji ajansa me re nirxand.


‘Ziman hebûna mirovan e’

Hesen di destpêka axaftina xwe de îşaret bi giringiya zimanan ji bo gelan kir û got ku ziman hebûn û nasnameya mirovan e û wiha  pê de çû:”Li Rojava bi dûrişmeya’Şoreşa Rojava wê bi şoreşa ziman bi serbikeve’zimanê Kurdî hate  pêşxistin û bi hezaran kes fêrî zimanê Kurdî bûn. Bi gotineke din di hundir şoreşa Rojava de, şoreşa ziman jî pêk hat.”



Zemînê vekirina zanîngehan hate danîn

Hesen destnîşan kir ku beriya 5 salan ango bi destpêkirina şoreşê, saziyên têkildarî zimanê gavên dîrokî avêtin û ev yek bû zemînê vekirina dibistanan, peymangeh, akademî û zanîngehan li her sê herêmên Bakurê Sûriyê.

Li herêma Efrîn, Kobanê û Cizîrê, zanîngeh bi beşên cûda ku zimanê Kurdî perwerde  dide, hatin vekirin. Endamê Rêveber ê Zanîngeha Kobanê diyar kir ku armanca van pêşketinên di aliyê ziman de, avakirina civakeke Kurdî li ser bingehekî rast û ev yek jî bi rêya ziman pêk tê. Ednan Hesen got ku pêwîst e her kes zimanê dayîkê fêr bibe.


Ferbûna zimanê dayîkê sûc dihesibandin

Hesen pêvajoya fêrkirina zimanê Kurdî beriya şoreşê bi bîr xist û wiha pê de çû:”Perwerdekirin yan jî perwerdeya bi zimanê Kurdî beriya şoreşê di dema serdema Rejîma Baas  de sûcek bû. Rejîma Baas li ser gelê Kurd zagonên qedexekirina perwerdeya bi zimanê dayîkê feriz dikirin. Ji ber vê yekê jî her kesî ku hewlda ku bi zimanê Kurdî  perwerde bibe yan jî  perwerde bide, ji aliyê Rejîma Baas ve dihate girtin û êşkencekirin.”

Hesen anî ziman ku pêvajoya ku beriya şoreşê li Rojavayê Kurdistanê hebû, niha li Bakurê Kurdisanê heman rêbaz ji bo qedexekirina zimanê Kurdî tê meşandin.

Ednan Hesen bi bîr xist ku kesên hewl didan belavokên zimanê Kurdî yan jî nivîsandina bi zimanê Kurdî der bixînin, neçar diman bi awayekî veşartî biçin dewletên derve.

Endamê Rêveber ê Zanîngeha Kobanê Ednan Hesen got ku ji îro û pê ve tu astengî li hemberî gelê Kurd ê Rojava tune ye ku fêrî zimanê dayîkê bibin, ji ber vê yekê jî pêwîst e her kes di avakirina sîstemê perwerdeya bi zimanê dayîkê cih bigre.

Ednan Hesen anî ziman ku di çarçoveya perwerdeya bi zimanê Kurdî de, gelek  akademeî, peymangeh û zanîngeh hatine vekirin, da ku gel ferî zimanê xwe ku bi salan e jê hatibû mehrûmkirin, bibe.

Hesen di dawiya axaftina xwe de ji gelê Kurd xwest ku bi zimanê dayîkê ve girêdayî be û ji bo pêşxistina ziman kar bike.