Azîz OGUR
15’ê Gulan’ê, Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd, xwendevanên me û hemû dildarên zimanê Kurdî pîroz be. Cejna Zimanê Kurdî îsal ji ber ku li rasta pêvojoyeke giran a siyasî û şer hat, mîna salên bihurî nehate pîrozkirin. Jixwe, yek ji pirsgirêka me jî ew bû ku di şerê man û nemanê de, di bin êriş, konseptên tinekirinê de mîna hate xwestin giranî ji bo ziman nehate veqetandin. Her wiha dijminên me ên mêhtinger ku dehên salan xwestin bi rêbazên şerê taybet û asîmilasyonê me ji cewherê me bixe, çand, kevneşopî û zimanê me bi me bide jibîr kirin jî ji êrişên tinekirina fizîkî bêhtir maneviyata Kurd, nirxên neteweyî yên mîna remz, çand, dîrok, ziman kirin hedef. Li gor baweriya min ziman her tişt e. Ji ber şert û mercên taybet, polîtîkayên asîmilasyonê têkoşîna azadiya Kurd bêhtir zimanê dagirkeran bi kar anî. Tevî ku her tişta bi navê ziman û çanda Kurd ên niha hebûna xwe diparêzin, bi saya vê têkoşînê hatin parastin jî, bi zimanê dagirkeran axaftin û tevgeriyan jî zirareke mezin da têkoşînê. Li gor baweriya min heger Şoreşa Kurd bi zimanê Kurdî bihata meşandin xwe gihandina encamê hêsantir dibû. Her wiha gelek pirsgirêkên têkoşîn bi wan re rû bi rû ma, wê xwe nedana der. Ji bo rizgariya gelê bindest ê Kurd, têkoşîneke bêhempa, pîroz hate meşandin lê belê zimanê vê têkoşînê heta radeyekê zimanê dagirkeran bû. Ji bo gelên di bin nîrê asîmilasyonê de şik û guman tineye ku ziman ji wateya xwe ya ferhengî wêdetir e. Bi wateya fehengî ziman wisa tê tarîf kirin: “Ziman amûreke ku jihevfêhmkirina nava mirovan pêkan dike, xwedî pîvan û qaîdeyên taybet e. Her wiha li gor van pîvan û qaîdeyan bi pêş dikeve. Yanî dengên ku bingehê wan ji demên nayê zanîn ve hatine danîn û avakirina sîstemeke li ser van dengan û li gor pîvanên wê ye.” Ji bo hemû gelan ziman hişmendî û têgihiştina wan jî diyar dike. Hevparî, şirîkatî û hebûneke civakî, zindî ya gelan e. Yek ji hîmê bûyina netewe jî ziman tê qebûlkirin. Ziman ji dîrok, çand û ola wî neteweyî cuda nayê dîtin. Her tişta ji bo gel di nava ziman de veşartî ye. Yanî nirxên derûnî, neteweyî û çandî tev di nava ziman de têne parastin. Ziman di heman demê tevn û girêdana takekesên nava civakê ya ji aliyê derûnî, ramanê û yekîtiyê ye. Tevî ku hemû navlêkirin û îfadeyên li jor ji bo Kurdan jî lê ne, di rastiyê de ziman her tişt e. Yanî dijminê Kurd mîna çepera têkbirina Kurdan ziman daye ber xwe û dixwaze bi xistina wê çeperê her tişta bi navê Kurdayetiyê ji holê rake. Di rastiyê de jî ziman ê ku tê wateya ruhê netewaya Kurd, dema ji holê rabû, tişta bimînê di awirê de wê Kurd be, di cewher de ji bilî Kurd her tişt. Lewra bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî divê em careke din çepera ku dijmin dixwaze me lê têk bibe, sift û qewîn bikin. Şer, aştî, têkoşîn, hilbijartin û her tişta di vê pêvajoya giran de werê pêşiya me divê ji bo zexmkirina zimanê Kurdî ji bo me bibe hincet. Bi taybetî divê di pêvajoya afirîna Egoya zarokan de bi wan re bi Kurdî were axaftin û bingehê kesayeteke Kurdewar were danîn. Dîsa ciwanên Kurd ên li atolyeyên kar, zanîngehan, zeviyan û hemû warên jiyanê, pêwîst e mirovên temen mezin ên Kurd mîna kaniyeke jê têrbûna ziman, çand û kevneşopiya Kurdî bibînin. Di her derfetê de bi sohbet û guhdarîkirina li wan bi wan re hem bigijin çêj-tehm a Kurdî, hem bi guhdarîkirina li bîranînên wan, li rastiya Kurd vegerin. Ne tenê guhdarî bikin, pêwîst e arşîv bikin, kom bikin û bixin malê civakê. Heger bi çavekî lêkolîner, bi têgihiştina ku pêwîstiya wan bi vegera cewherê Kurdewarî heye, nêzî kal û pîrên Kurd bibin, wê felsefeya kûr, hêza mezin û rengîniya ziman û çanda xwe bibînin. Mîna mirovên ji xezîneyeke li ber lingê xwe ne haydar wê tê bigihijin ka çiqasî xwedî şens in. Nifir, dijûn, dua, metelok, navê nebatan, navê lawiran, navê amûran, navê herêman, pêkenok, biwêj, zêmar, çîrok, stran, cil-berg, tevgera hewayê, karê gundan, rez û dehl û bi dehan sernav dikarin werin nivîsandin ku mirov bi kîjanê ji van bigire, dikare dîroka Kurdan, rastiya Kurdan, bedewî û kevneşopiyên Kurdan fêr bibe. Roja Zimanê Kurdî ji bo xwe avêtina nava zeryaya ziman û çanda Kurdî, ji bo pêngaveke vegera li cewherê xwe heger bibe destpêkek, hincetek an wesîleyek wê demê watedar dibe. Ji bilî wê pîrozkirin, qalkirin, pesindayîn yan gilî û gazinc wê bêwate bin. Ziman her tişt e
Azîz OGUR
15’ê Gulan’ê, Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd, xwendevanên me û hemû dildarên zimanê Kurdî pîroz be. Cejna Zimanê Kurdî îsal ji ber ku li rasta pêvojoyeke giran a siyasî û şer hat, mîna salên bihurî nehate pîrozkirin. Jixwe, yek ji pirsgirêka me jî ew bû ku di şerê man û nemanê de, di bin êriş, konseptên tinekirinê de mîna hate xwestin giranî ji bo ziman nehate veqetandin. Her wiha dijminên me ên mêhtinger ku dehên salan xwestin bi rêbazên şerê taybet û asîmilasyonê me ji cewherê me bixe, çand, kevneşopî û zimanê me bi me bide jibîr kirin jî ji êrişên tinekirina fizîkî bêhtir maneviyata Kurd, nirxên neteweyî yên mîna remz, çand, dîrok, ziman kirin hedef. Li gor baweriya min ziman her tişt e. Ji ber şert û mercên taybet, polîtîkayên asîmilasyonê têkoşîna azadiya Kurd bêhtir zimanê dagirkeran bi kar anî. Tevî ku her tişta bi navê ziman û çanda Kurd ên niha hebûna xwe diparêzin, bi saya vê têkoşînê hatin parastin jî, bi zimanê dagirkeran axaftin û tevgeriyan jî zirareke mezin da têkoşînê. Li gor baweriya min heger Şoreşa Kurd bi zimanê Kurdî bihata meşandin xwe gihandina encamê hêsantir dibû. Her wiha gelek pirsgirêkên têkoşîn bi wan re rû bi rû ma, wê xwe nedana der. Ji bo rizgariya gelê bindest ê Kurd, têkoşîneke bêhempa, pîroz hate meşandin lê belê zimanê vê têkoşînê heta radeyekê zimanê dagirkeran bû. Ji bo gelên di bin nîrê asîmilasyonê de şik û guman tineye ku ziman ji wateya xwe ya ferhengî wêdetir e. Bi wateya fehengî ziman wisa tê tarîf kirin: “Ziman amûreke ku jihevfêhmkirina nava mirovan pêkan dike, xwedî pîvan û qaîdeyên taybet e. Her wiha li gor van pîvan û qaîdeyan bi pêş dikeve. Yanî dengên ku bingehê wan ji demên nayê zanîn ve hatine danîn û avakirina sîstemeke li ser van dengan û li gor pîvanên wê ye.” Ji bo hemû gelan ziman hişmendî û têgihiştina wan jî diyar dike. Hevparî, şirîkatî û hebûneke civakî, zindî ya gelan e. Yek ji hîmê bûyina netewe jî ziman tê qebûlkirin. Ziman ji dîrok, çand û ola wî neteweyî cuda nayê dîtin. Her tişta ji bo gel di nava ziman de veşartî ye. Yanî nirxên derûnî, neteweyî û çandî tev di nava ziman de têne parastin. Ziman di heman demê tevn û girêdana takekesên nava civakê ya ji aliyê derûnî, ramanê û yekîtiyê ye. Tevî ku hemû navlêkirin û îfadeyên li jor ji bo Kurdan jî lê ne, di rastiyê de ziman her tişt e. Yanî dijminê Kurd mîna çepera têkbirina Kurdan ziman daye ber xwe û dixwaze bi xistina wê çeperê her tişta bi navê Kurdayetiyê ji holê rake. Di rastiyê de jî ziman ê ku tê wateya ruhê netewaya Kurd, dema ji holê rabû, tişta bimînê di awirê de wê Kurd be, di cewher de ji bilî Kurd her tişt. Lewra bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî divê em careke din çepera ku dijmin dixwaze me lê têk bibe, sift û qewîn bikin. Şer, aştî, têkoşîn, hilbijartin û her tişta di vê pêvajoya giran de werê pêşiya me divê ji bo zexmkirina zimanê Kurdî ji bo me bibe hincet. Bi taybetî divê di pêvajoya afirîna Egoya zarokan de bi wan re bi Kurdî were axaftin û bingehê kesayeteke Kurdewar were danîn. Dîsa ciwanên Kurd ên li atolyeyên kar, zanîngehan, zeviyan û hemû warên jiyanê, pêwîst e mirovên temen mezin ên Kurd mîna kaniyeke jê têrbûna ziman, çand û kevneşopiya Kurdî bibînin. Di her derfetê de bi sohbet û guhdarîkirina li wan bi wan re hem bigijin çêj-tehm a Kurdî, hem bi guhdarîkirina li bîranînên wan, li rastiya Kurd vegerin. Ne tenê guhdarî bikin, pêwîst e arşîv bikin, kom bikin û bixin malê civakê. Heger bi çavekî lêkolîner, bi têgihiştina ku pêwîstiya wan bi vegera cewherê Kurdewarî heye, nêzî kal û pîrên Kurd bibin, wê felsefeya kûr, hêza mezin û rengîniya ziman û çanda xwe bibînin. Mîna mirovên ji xezîneyeke li ber lingê xwe ne haydar wê tê bigihijin ka çiqasî xwedî şens in. Nifir, dijûn, dua, metelok, navê nebatan, navê lawiran, navê amûran, navê herêman, pêkenok, biwêj, zêmar, çîrok, stran, cil-berg, tevgera hewayê, karê gundan, rez û dehl û bi dehan sernav dikarin werin nivîsandin ku mirov bi kîjanê ji van bigire, dikare dîroka Kurdan, rastiya Kurdan, bedewî û kevneşopiyên Kurdan fêr bibe. Roja Zimanê Kurdî ji bo xwe avêtina nava zeryaya ziman û çanda Kurdî, ji bo pêngaveke vegera li cewherê xwe heger bibe destpêkek, hincetek an wesîleyek wê demê watedar dibe. Ji bilî wê pîrozkirin, qalkirin, pesindayîn yan gilî û gazinc wê bêwate bin.