Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi daxuyaniyekê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. KCK di di daxuyaniya xwe de ev peyam da: "Pêşxistin û gihandina sazîbûna pêwist a zimanê Kurdî dê were wateya bingehê azadbûna netewî-civakî."
Di peyamê de hate destnîşan kirin ku tevî hemû zext, dagirkerî, qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê jî zimanê Kurdî ku yek ji zimanê herî kevn û qadîm ê mirovahiyê he hebûna xwe heta roja me aniye û zimanekî ku hêjayî cejna wî werê pîrozkirin e. Di peyama KCK'ê de cejna ziman bi van gotinan hate pîroz kirin: "Cejna Zimanê Kurdî ku li beranberî her cure siyaseta tinekirinê li ber xwe da li hemû Kurdistaniyan û Kurdên derveyî welêt pîroz be. Cejna Zimanê Kurdî li Rêber Apo ku di xwegihandina van rojan a zimanê Kurdî de xwedî kedeke bêhempa ye pîroz be."
'Em kedkarên ziman bi hûrmet bibîr tînin'
KCK'ê di peyama xwe de ji dîrokê heta roja me hemû kesayetên Kurd ên ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî bûne xwedî ked bibîr anîn û têkildarî van kesayetan û keda wan wiha hate gotin: "Ji peyva yekemîn heta roja me yên di pêşketina zimanê Kurdî de bûne xwedî ked yên mîna Ehmedê Xanî, Melayê Cizirî, Feqî Teyran, Cîgerxwin, Osman Sebrî, Dildar, Feqî Hüseyin Sağnıç, Musa Anter û Ferhat Kurtayan em bi rêzgirtin û hûrmet bibîr tînin. Hemû Têkoşêrên Azadiya Kurdistanê ên ji bo zimanê Kurdî û hemû zaravayên wî bipêş bikevin bûn xwedî ked û bingeh em bi minnet bibîr tînin. Dîsa dayikên Kurd ên lorîkên bi Kurdî ji zarokên xwe re lorandin her wiha berxwedana çandî ya tevahiya jinê Kurd em bi rêzgirtin bibîr tînin. Ji bo dayikan em soza biryardariya avakirina Kudistana demokratîk-xweser didin."
'Ji bo têkbirina Kurdî her tişt kirin'
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Komara Tirk bi awayekî stratejîk hewl dide ku zimanê Kurdî tune bike, û ji bo ku Kurdistanê ji dîrokê û mêjiyan paqij bike her tişt kiriye. KCK’ê got; “Netew-dewleta tirk stratejiya xwe ya tunekirina Kurdan, di çarçoveya Plana Islahat a Şarqê de, Aanûna Îskan a Mecbur û dadgehên Îstîklalê, ji bo qedexekirina ziman û çanda Kurd hate avakirin. Ji bo ku hemû Kurdan asîmîle bike û Kurdan parçe bike çi ji destê wan hatiye kirine. Ji qedexekirinê bigirin, heta biçûkxistinê, ji hekartan bigire heta tunekirinê her tişt ceribandine. Di serî de jî i ser ziman û çandê kirine. Îro jî bi awayekî xayîn ev polîtîka mafê mirovan tune dike û hewl tê dayîn maf bi sînor bike.ev pêvajoya ku Plana Şark Islahatê dest pê kir, heta îro hemû ji bo tunekirina Kurdan bû. Niha jî bi pergala 4+4+4 hewl didin ku hemû Kurdan biqedînin. “
'Axaftina bi Kurdî peywîreke netewî ye'
KCK’ê destnîşan kir ku divê bi boneya Hefteya Cejna Zimanê Kurd, hemû Kurdên li Kurdistanê û ji neçarî li derveyê welat dijîn, li cewhera xwe vegerin, serbilindî û kêfxweşiya xwe ya bi dîrok, çand û zimanê xwe bînin ziman. KCK’ê got; “Helwesta li hemberî asîmlasyona k udi çarçoveya stratejiyek mezin a zilmê de hatî pêkanîn, qirkirin û oto-asîmlasyonê, sekna neteweyî ya ji bo avakirina xweseriya demokratîk, ango Kurdistana azad e. Divê bi vê seknê rê li ber sazîbûna zimanê Kurdî bê vekirin. Bi vê boneyê di serî de jin û ciwan, em bang li hemû gelê me dikin ku bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin, vê yekê di 4’emîn Pêvajoya Statejîk de, yanî dema parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiyê de, weke peywireke neteweyî û serbilindiyê bibînin. Divê hizirîna bi zimanê xwe yê zikmakî, pêkanîna zîhniyeta wê, axaftin, nivîsandin û xwendinê bi vî awayî were nirxandin. Bi vê hişmendiyê em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin, xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin, li hemberî yên weke Bulent Arinç ku zimanê Kurdî kêm dibînin, aliyên faşîst û nijadperest, li hemberî kesên ku ji ber ciwanên Kurd bi Kurdî diaxivin an jî stran dibêjin êrîş dikin, hebûna xwe ya neteweyî û rûmeta xwe biparêzin û li ser vî esasî xwe bi rêxistin bikin û serhildanan pêş bixin.”
ANF/BEHDÎNAN