Zarok û mamosteyên li Kampa Berxwedanê ya Şehba derheqa Roja Zimanê Dayikê de peyivîn.
Mamosteyê bi navê Neşet Hecî Reşîd li ser girîngiya ziman axivî got: ''Ziman nasname ye. Dema ku zimanê mirov diçe karakterê mirov jî diçe. Ji ber vê em niha perwerdehiya zimanê Kurdî didin û divê em zimanê xwe biparêzin.''
Mamoste Medya jî got, ''Piştî ku em ji Efrînê koçber bûn, me mamosteyan dîsa xwe gihande hev û me dibistan vekirin. Ji bilî Kurdî em zimanê Erebî jî fêrî zarokan dikin.'' Zarokê bi navê Bahoz Eloş jî got, ''Niha em li dibistanên xwe bi zimanê Kurdî dixwînin. Em hêvî dikin ku em salên pêş em li Efrînê perwerdehiya xwe bidomînin.''
ŞEHBA