Birgul Yilmaz li Zanîngeha SOAS´ê beşa zimanzaniyê de teza xwe ya doktorayê dinivîse, di qonaxa dawî ya teza xwe de ye. Wekî din hî na nû karê xwe yê li Zanîngeha Cambridg´ê ya di nav projeya Romaica’yî de bi dawî kir. Ev projeyeke lêkolînê ya li ser zimanê Rûmî yê devera Pontusê ye ku hîna li çend gundan maye li devera Derya Reş. Vî zimanî bi bikaranîna bi dizî xwe li sê gundan paraztiye. Yilmaz teza xwe li helwêstên ziman ên beramberî Kurmanciya standart û Kurmanciya devera Mereşê dinivîse.
Mijarên yeksaniya zimanan, siyasetên zimanan, maf û azadiyên elaqedarî zimên û tesîrê siyasetên ziman li ser rastiyê civakî û aborî ji wan mijaran in ku yekser Kurdan jî elaqedar dikin. Li ser van mijaran fikrên Birgul Yilmaz ji ber ku yîn zimanzaneke ji nifşê ciwan e, girîng in.

Zimanên xweş yan jî nexweş nînin

Birgul Yilmaz ji bo newekheviya zimanan dibêje, ev ebcama dîskurseke serdema kolonyal û ûtêkiliyên serdest û bindest ên siyasî ye. Di rastiyê de ziman di warê sentaks û rêzimanê de weke hev in û weha pê de diçe: “ziman hemû kompleks in. Em dibihîsin, behsa zimanên xweş, nexweş, yan jî hêsan, zehmet tê kirin. Ya rastî ew e ku tiştekî wisa nîne. Her ziman bêkêmasî û temam e. Ev dîskursek e ku bi kolonyalîzmê destpê dike.” Yilmaz bi girîngî îşaret pê dike ku li vir mesele ne newekheviya zimanan e, lê belê ya heyî yeksannebûneke siyasî ye. Li gorî Yilmaz, weke encama vê yekê jî ew dîskurs bi pêş dikeve ku zimanê mirovên bindest weke zimanekî kêm û nehêja dibîne. Yilmaz ji bo cudakeriye dîskursîf a elaqedarî zimên jî weha rave dike: “Ji ber ku roja me ya îro nijadperestî, cudakeriya dînî û yên weke vê baş nayîn dîtin bi giştî, cudakerî di ser zimanan re tê kirin. Mesele dibêjin ´ev ziman hejar e, ev ziman dewlemend e´ yan jî dibêjin ´ev ziman bi kêra zanistê, felsefê nayî´; tiştekî wisa nîne. Lê em li ser civakekê çi difikirin, hêsantir li ser zimanê wê civakê îfade dikin. Newekheviya zimanan bi awayekî teknîkî nîne.”

´Newekhevî levanekirina wekhev a çavkaniyan e´

Birgul Yilmaz li ser newekheviya encama siyasetên zimanan jî dibêje, çavkaniyên heyî yên ji bo bikaranîn û bipêşxistina zimanan bi awayekî wekhev li herkesî nayên levakirin û di bingeha vê neyksaniyê de ev rastî heye. Ji bo zelalkirina meseleyê Yilmaz weha dirêjî da gotinên xwe: “Dema zarok dest bi dibistanê dikin bi zimanekî dizanin: zimanê malê. Li dibistanê bi zimanekî din tê peyivîn. Jixwe ev zarok bi newekheviyeke mezin dest bi dibistanê dikin. Li Ingilistanê ev elaqedarî aksanê ye. Zarokên ji çîna navîn û ji çînên jêr di yek dibistanê li cem hev in. Lê belê zimanê zarokên ji çînên navîn li ser mamosteyan tesîreke baştir dike. Ev zarok paşê diçin dibistanên baştir û li karên baştir dixebitin. Ango di nava heman zimanî de jî newekheviya girêdayî siyaseta zimanan dikare hebe.”

Ingilîziyê erdên zimanên din dagir kirine

Birgul Yilmaz balê dikişîne ser tehlûkeya li ser gelek zimanan ku ev siyasetên zimanan ên navbirî yekser rê li ber vedike jî û dibêje: “Di nava reqabeta di navbera Fransî, Ingilîzî û Elmanî de ji bo bûna zimanê global yan jî yê zanistê de, Ingilîzî bi hegemonyayê bi ser ket, lewma ew bi herdera diçiyê bi awayekî hegemonîk çanda xwe jî dibe. Lê di çarçoveya Ewrûpayê de Ingilîz dibêjin zimanê me di tehlûkeyê de ye, lewma li Ewrûpayê Fransî, Elmanî û Spanî belavtir in. Li dinyayê bi xwe Ingilîzî zimanên din tine dike. Lê ne weke berê bi kolonyalîzmê, îro vê yekê bi hegemoniyê dike, çanda xwe, hunerê xwe dibe. Sedema duyemîn jî globalbûn e; ji bo vê li Lingua Franca hate gerîn û ev ziman jî bû Ingilîzî. Halê hazir herçî tezên mastir û doktorayê ne bi pirranî li dinyayê bi Ingilîzî ne.” Li gorî Yilmaz, ev yek dike ku zimanên din prestîja xwe di warî hestan de biparêzin, ew pêwîst dibînin di ser nasnameya xwe re zimanên xwe biparêzin, “lewma di warê bazarê de Ingilîzî erdên zimanên din hemî dagir kirine”. 

Beckham zarokan teşwîq dike

Li ser tesîra siyaseta cudaker a beramberî zimanan li wekheviya civakî jî Birgul Yilmaz bi bîr dixe ku di warê Kurdî de lêkolînên têra xwe ronîker hîna nehatinekirin û bal kişand ser gotareke Dr. Ergin Opengin a li ser Şemzînanê: “Opengin xwedî wan mitaleyan e ku der barê guhertina zimîn de ne, ango gihandina zimên a ber bi nifşên ciwan ve sedema fikarên wî ye. Lewma belavbûna televizyon û înternetî tesîreke mezin li zarokan dike. Zarok piştî emrekî êdî li derveyî malê dixwazin bibin xwedî prestîj, populer bibin. dema ku zarok diçe dibistanê, zarok behsa maçeke futbolê ya lê temaşekirî dike, yan jî behsa filmekê dike. Karakterên wê filmê, em bibêjin, bi Tirkî dipeyivin. Ev dike ku zarok wan yan bikin îdol yan jî na. Weke mînak li Welatê Galiyan, futbovanên weke David Beckham bi zimanî Galî didin peyivîn. Da ku zarokan teşwîq bikin. Ev siyaset li hemberî zimanekî helwêstên erênî yan jî neerênî bi pêş dixin, nexasim jî di nav zarokan de.” Yilmaz dibêje, bi çi rengî dibe bila bibe, di nava derdora em lê tên dinê, piştî demeke diyar girîdanên me yîn yekser peyda dibin bi derdora me re, ji ber wê jî weke bernameyeke kompûterê li hemberî hin zimanan pêşhikmên me hene, yan jî hinan xweş dibînin, weke romantîkbûna Fransî û weha pê de diçe: “Ji me we ye roman û helbestên herî romantîk bi Fransî hatine nivîsîn, lê ev ne rastî ye. Hêmanên zimanî weke yên zimanên din e. Bi tesîra modernîzma Franseyê pêşhukmên baş li beramberî Fransî bi pêş dikevin û herçî Kurdî ye, em bi xwe jî di navê de pêşhukmên nebaş di fikra mirovan de bi gewde dibin. Lewma heta îro tiştekî baş der barê vî zimanî de ji me re nehatiye gotin. Ev rewş nexasim ji bo zimanên xelkê bindest bi pêş dikeve, lewma ji bo zimanên xelkên xwedî dewlet ev pêşhukmên neerênî evqasî nayîn belavkirin.”

Helwêsta Kurmancîaxêvan: Kurmancîaxêv nexwende û gundî ne

Birgul Yilmaz ji bo Kurmanciyê jî li helwêstên beramber aksan û devokên cihê pirsiye. Yilmaz bi devoka Botan û devoka Mereşê metnek bi du rengan tomar kiriye û bi beşdarên lêkolîna xwe daye guhadarî kirin da ku tê derxe, ka pêşhukmên bi çi rengî di nava Kurdan de ji bo zimanê wan heye: “Min ji beşdarên anketa xwe pirsî ka xisletên şexsî yên van herdu kesan çi ne. Min pîva ka helwêsteke erenî yan neerênî heye beramber van herdu mirovan ji ber xisletên zimanê wan ên morfo-sentakstîk. Mixabin helwêstên gelekî neerênî yên beramber Kurmanciyê di nava axaftvanên wê de heye. Kurmanciya Mereşê jî ya Botanê jî bi gundîbûnê ve hat girêdan, bi nexwedebûnê re yek hat dîtin. Ya rastî, herdu axaftvan jî xwende bûn û bajarî bûn. Cihêbûna herî mezin elaqedarî Elewîtî û Sunîtiyê de bû. Kurmanciya Mereşê bi Elewîtiyê re elaqedar hat dîtin. Lê bi giştî axaftvanên herdu varyantîn Kurmanciyê weke nexwende û gundî hatin dîtin.”

Parastin elaqedarî nasnameyê ye

Birgul Yilmaz îşaret bi siyasetên asîmîlasyonê yên dewletan dike û dibêje, di rastiyê de ev siyaset bi temamî bi ser nakevin. Lewma ew kesên ku zimanek li ser wan tê ferzkirin li gorî Yilmaz, wî zimanî bi rengê xwe bi kar tînin û kirasekî nû yî nasnameyî lê dikin. Yilmaz li ser mijarê weha dewam dike: “Mesela Kurdên fêrî Tirkî bûne, bi awayekî nasnameya xwe ya Kurdî derdixin pêş. Nasnameya xwe bi guhertina hin xisletên Tirkî, yan jî bikaranîna wan a bi rengekî cuda nasnameya xwe îfade dikin. Dema em berê xwe didinê em dibînin ku van mirovan dikarî bi sedsalan Kurdî li ser piyan bigirin. Bi ya min ev mijar bi temamî elaqedarî nasnameyê ye. Ev tiştekî hebûnî ye. Hûn nikarin mirovan bi ti awayan asteng bikin ku bi zimanê xwe bipeyivin. Bi dizî jî be mirov bi wî zimanî peyivîne. Lê belê ziman êdî divê weke beşeke demokrasiyê werin tesewurkirin. Divê herkes bibe xwediyê wan mafên elaqedarî zimanê xwe.” 

Birgul Yilmaz herî dawî bi bîr xist ku rewşa destûrî û qanûnî ya zimanekî timî rastiyê îfade nake û weke mînak jî îşaret bi Îrlandî kir. Tevî ku Îrlandî li Îrlandayê zimanê fermî ye û li dibistanê jî tê fêrkirin. Di rastiya jiyana rojane de cihê wî hema hema nîne. Li gorî Yilmaz pirsgirêka bikaranîna zimanên bi vî rengî bi plansaziya zimanî çareser dibe û welatê Galiyan jî di vê mijarê de mînakeke serketî ye, lewma li wir em şahidiyê dikin li vejandina zimanekî bi rêya plansaziya zimanî.



LUQMAN GULDIVE/NAVENDA NÛÇEYAN