Bi rasthatina Roja Şanoyê ya Cihanê, em şanoger Berrîn Şemdîn re peyivîn. Berrîn Şemdîn pêşî şanoyê terîf dike, “ Li gorî min di dawetekê de jî kok û kakilên şanoyê hene. Bûk û zava û mêvan, berî ku xuya bikin, xebateke dîyar heye, kostûm û sehne jî hene. Lê fêlbaziyên îqtîdaran nabin şano, ji ber ku şano hûner e. Şano naxapîne, îlûzyonekê çêke jî bi mesafe ye  û lîstikvan, bi mesafe tohmetbar dikin. Hûner li hemberî qirêjîya cîhanê, jiyanê bi hêstan xweştir dike.”

Berrîn bal bire ser bandora aborî û got, pirsgirêkên şanogeran yên aborî, ji yên karkerên Kurd ne mezintir in: “Helbet aborî pirsgirêka herî mezin e û helbet em di şano, sînema, muzîkê de jî para bindestîya xwe digirin. Li gorî min, pirsgirêkên şanogeran yên aborî, ji yên karkerên Kurd ne mezintir in. Bindestî ji xwe pirsgirêka herî mezin e û ew heta bi ruhê me Kurdan hemûyan diperçiqîne.”

Ziman hebûna karakter e

Berrîn li ser girîngiya ziman û şanoyê jî sekinî û got, “ Heta mirov dengê dilê xwe bi zimanê xwe dernexe û bi deng nexe, nizanê ka çiqasî ji xwe dûr e û ziman çiqas girîng e. Dema di zaningehê de bûm. Ji bo ezmûna lîstikvaniyê ji Yewnana Kevnar monologek ji me hat xwestin. Min jî karektera Medea lîst û di dawiyê de li malê êdî min Medea rakir ser lingan. Dikim nakim tiştêk kêm e. Ji ruhê min, laşê min tiştêkî din divê. Zîmanê min bi kar dianî (tirkî) têrê nake… Min jî rabû, tîradên  jiber kiribûn, ji xwe re bi Kurdî lîst. Min hingê ferq kir, tiştên ku min bi Kurdî gotin, û yên bi Tirkî gotin, pirr cuda bûn. Mînakeke din jî, ez hatim Londonê, havîna bihurî, min lîstika Shakespeare Corolanîus lîst. Herwiha bi kîjan zîmanê biyanî bilîzî, tu çanda wan jî nas dikî. Wê demê mirov ferq dike ku ziman hebûna karakter e û ji bo her mirovî dengê çandê ye.”

Vîrusê bandor kir

Berrînê behsa bibîranînên xwe yên di kampên Êzîdiyan de jî kir û got, “Di Jiyana min da rojên herî xeiab û rojên herî xweş bûn. Ez heşt mehan bi Kurdên Êzîdî re mam. Hingê, demeke kurt di pratîkê de min dest ji şanoyê berda. Ji ber ku dik tûne bû, lê di hêla teorîyê de Êzdî xezîneyeke mezin bûn. Ez di nava wê xezîneyê bûm.”

Berrînê got, vîrusa koronayê bandor li ser xebatên şanoyê jî kiriye û wan gelek bernameyên xwe betal kirine.

 

JINNEWS/LONDON

 
 

Roja şanoyê kengî dest pê kir?

 

Yekîtiya Şanoyên Navneteweyî (ITI) ji sala 1961’ê ve her sal di 27’ê Adarê de Roja Şanoyê ya Cihanê pîroz dike. Wê rojê xebatkarekî şanoyê belavokekê dinivîsîne û ev belavok tê wergerandinê gelek zimanan. Jean Cocteau, nivîskarê fransî ev belavok cara pêşî nivîsandiye. Her sal di vê rojê de belavokek ji aliyê derhêner yan şanogerekî/ê ve tê nivîsandin û wisa dewam dike. Bi minasebeta Roja Şanoyê ya Cihanê şanoger Berrîn Şemdîn behsa xebat û serpêhatiyên xwe kir.