Li nivîsa berî vê min gotibû ku tiştê helbestê dike helbesta hemdem û dike zimanê cîhanê hûnandina zimanê wê ye. 

Hûnandina helbesteke serkeftî bi gotinên xweşikkirî (estetîkkirî) di ziman de dibe û divê her peyiv di cihê wê de werê bi cihkirin. Mirovan ev metod ji serdema pêşî ve di helbestê de bikaranîne. Ji ber wê ye ku tê gotin, formê nivîsê yê pêşî mirovan nivîsandî, formê helbestê ye. Bi vî awayî pir tişt û bûyer bi kêm gotinan têne nivîsandin û ev jî bûye bingehê helbestê. Helbesta herî xweş û serkeftî, ew e ku helbestvan bi kêm gotinan mabesta xwe anîbe zimên e. Ji ber vê xesletê, helbest dem dem bi xew ve çûbe jî, dem dem ji nedîtinê re hiştibin jî, heta gelek ceran bi çavên biçûk lê hatibe meyzandin jî, sedema ku karibû hebûna xwe bi hebûna mirovan re bimeşîne bikaranîna hostatiya zimên e. 

Bêyî dirêj kirina mijarê divê ku bêjim ji serdema pêşî, heta serdema me, hemû civakên mirovan li dervayî zimanê têgihiştina rojane zimanekî cuda afirandin. Ev zimane ku helbestê dike zimanê cîhanê . 

Civakên ku helbesta wan nebe nîne. Mîna ku em dizanin tiştên helbest ji wan pêk tê hest û raman in. Ya ku helbestê dike helbest jî, bikaranîna van amûran çalakiya afirandina berhema nû ye. Û amûra di vê çalakiyê de tê bikaranîn weke min li jor jî gotibû ziman e. Hestên mirov çiqasî pir dibin bila bibin, ramanên mirov çiqasî tûj û hêja dibin bile bibin, ya herî girîng bi zanîna ziman pêşkêşkirina wan hest û ramanan e. 

Bi kîjan zimanî were nivîsandin bila were nivîsandin ji bo çi armancê dibe bila bibe, bi çi rêbazê dibe bila bibe, kîjan hestan, ramanan, xisûsiyetên kîjan formî nîşan bide bila nîşan bide, tiştê têgihiştina helbestê dike, awayê gotinê û ahenga dengên ku mirovan dilerizîne ye. 

bêhna meynoşên ji êvarê mayî, 

fermandarê artêşa xwe winda kirî me. 

Negirî dayê nelorîne, 

rondikên ziwa nebarîne. 

Ev hevokên helbestê dixwazê li Ewrupa, an li Kurdistanê hatibe gotin, dîsa jî mirovan dihejêne. Ji ber ku zimanê helbestê wisa guvaştî ye, helbest dibe navenda pêşxistina ziman û xeyala mirovan. Ev ziman bi şêwekî ku li guhên mirov xweş were û bi hevokên lihevkirina gotin û muzikê tê gotin. Ji ber wê ye ku li hişê xwendevanan tê nivîsandin û bandorê li zimanê wan jî dike. 

Helbest; çanda ku zimanên civatan xweşik û dewlemend dikê ye. Ziman, bi zimanê helbestvanan xweşiktir dibin, bêje zelal û gotin sipehîtir dibin. Wan bêjeyan û gotinên ku bi kedeke mezin xweşik dikin di helbesta xwe de bi cih dikin. Pişt re pêşkêşî xwendevanan dikin. Bi wî awayî hestên xwe derbasî xwendevanên xwe dikin. Helbestvan dengan dikine stran û ramûsan. Carinan jî gotinên ku di cih de bikar tînin, dikine hawar, lorî û rondikên çavan. Dengên ku helbestvan didine helbestê dengên sêhrî ne, di hest û ruhê mirov de dibine mîna gul û stiriyên gulan. 

Helbest; ne komkirina qelabalixa gotinên bê ser û ber e. Helbestvan gotinan yeko, yeko hildibjêrin û bi wijdan bi awayekî dadwar cihê ku mafê wana ye, wan di helbestê de bi cih dikin. Hostatiya helbestvan ew e ku her tîp, her peyiv û her hevok di cihê wan de zanibe bi cih bike. Zimanê helbestê bi peyivan, ronahiya pêşveçûnê pêdixê. Rengvedana hest û ramanê, hilpekandina mantiqê û di nav zimên de afirandina zimên çêdike. Zimanê helbestê, qabiliyeta hevoksazî û fêrbûna hilbijartina peyivan, hunerê peyiva ji dil û nazikî jê tê xwestin, ol û felsefa zanîna ziman e. Bi wî zimanî helbestvan xeyal û ramanên xwe derbasî xwendevan dikin. Lê di bingehê de helbest zimanê hestê ye û hestdariya zimanê helbestê balê dikişînê ser xwe. Ew hestdarî bandorê li ser xwendevanên xwe çêdike. Pêwendiyên deng û wateyê hêzê didine hev û gazî xwendevanan dikin. 

Form, deng, wate û peyama zimanê helbestê, di guhartina hest û baweriyên xwendevanan de dibe pira veguhartine. 

Zimanê helbestê, bi hevoksaziya xwe tixûbên ku di nav rastiya naveroka mijarê û şêweyê ragihandinê de radike. Ji ber ku armanc ew e mebest bi awayekî xurt were ragihandin. Ev taybetmendiya zimanê helbestê, di giyanê civatê de erdhejê çêdike. Raman, hest û têgihiştina civatê bi pêş ve dibe. 

Zimanê helbestvan û têgihiştina xwendevan bi hev re sîstemeke ava dikin. Sîstema ku ew di nav demê de ji hev fêhm bikin û hêla balkêş jî ev e.