Leyla Guven: Em ê bi xwe çarenûsa xwe binîvîsin û stuyê xwe li ber wan natewînin. Ji ber wê yekê li ku dibe bila bibe em ê li zimanê xwe xwedî derkevin, em ê rêxistinkirina xwe xurttir bikin.
Ji bo balê bibin ser mafên ziman û wêjeyê yên jinên Kurd, şeva helbestê ya jinên Kurd hat lidarxistin. Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven a ku beşdarî şeva helbestê ya jinên Kurd bû got, "Zimanê me, pirtûkên me, stranên me, helbestên me tên qedexekirin. bi qasî Gelê Kurd li dijî van polîtikayên bişaftinê li berxwe daye tu gelî ewqas li ber xwe nedaye. Li dijî polîtikayên bişaftinê bi taybetî jinên Kurd têkoşînek mezin kiriye."
PEN'a Kurd, Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê, ji bo balê bibin ser mafên ziman û wêjeyê yên jinên Kurd, berê li Postaxaneya Yenişehira Amedê pirtûkên bi Kurdî û kart ji jinên nivîskar e yên di zindanan de şandin û piştre bi navê "Şeva helbestê ya jinên Kurd" li avahiya MED-DER'ê şahiyek li dar xistin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, endamên Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamya û gelek kes beşdarî bernameyê bûn.
Em minetdarê jinên berxwedêr in
Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, bal bire ser bişaftina Kurdî: “Jinên Kurd di her warî de çawa stuyê xwe li ber pergala desthilatdar netewandiye, eynî di vê mijarê de jî natewîne. Çi qas bişaftineke giran li ser zimanê me meşandibin jî em îro dibînin ku jinên me çi di hepsan de, çi li derve, çi li malê dîsa jî li ber xwe didin û dibêjin li ku dibe bila bibe em ê çanda xwe biparêzin. Em minetdarê van jin û dayikên xwe ne.”
Leylayê îşaret bi ziilma li miletê Kurd hatê kirin jî kir û wiha dewam kir: "Lê em ê vana çawa bigihînin zarokên xwe? Em ê bi xêra hevalên xwe yên ku pirtûkan dinîvîsin, bi helbestan bi stranan bigihînin. Zimanekî ku qedexe be, gelo mirov dê çawa bi wî zimanî li ber xwe bide? Zimanê Kurdî bi pêşangiya jinan, xwe gihand roja îro."
Li dijî qirkirinê yekîtiya neteweyî
Leyla Guvenê got berxwedana wan û êrişên li dijî vê berxwedanê hene û wiha peyivî: “Carinan li hepsan, carinan li meydanan bi qirqirina siyasî, qirkirina zarokan bi ser me de tên. Herî dawî li Til Rifatê zarokên Kurdan mîna Roboskiyê hatin qetilkirin. Destdirêjiyê li ser axa Kurdan nekin. Ev zilma we bes e. Em ne xwişk û birayên kesî ne, em bi xwe tifaqa xwe çêkin li ser piyan bisekinin, em ji tevahî cihanê re bibêjin êdî bes e. Tecrîda girankirî li dijî Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan dimeşînin, êdî bes e ji we re. Em ê li hemberî vê, yekitiya neteweyî ava bikin."
Leylayê got, ji bo yekîtiya jinên Kurd ew ê civînekê li dar bixin û bibêjin êdî bes e. Leylayê di dawiyê de got, “Em ê bi xwe çarenûsa xwe binîvîsin û stuyê xwe li ber wan natewînin. Ji ber wê yekê li ku dibe bila bibe em ê li zimanê xwe xwedî derkevin, em ê rêxistinkirina xwe xurttir bikin.”
Piştre Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, axivî. Wê jî îşaret bi rola jin û dayikan ji bo parastina zimnên kir: “Dîrok bi rêxistinê, bi têkoşînê û bi pêşengtiya jinê pêk tê. Heta vê gavê zimanê me neheliyabe, bi sekna dayikan û jinan hatiye vê merhelê.”
Piştî axaftinan bername bi xwendina helbestan bi dawî bû. Beriya çalakiyê jinan ji postexaneya Yenîşehîrê kitêb û kartên posteyên ji jinên nivîskar ên li hepsên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ragirtî re şandin.
JINNEWS/AMED