‘Ziman hebûna civakê ye’
Silêman li ser rola dayikan di pêşketina zimanê kurdî de ev tişt anî ziman: “ Pêngava yekemîn ku em bixwazin zimanê me bê parastin divê dayîkên kurd, zarokên xwe fêrî zimanê xwe bikin. Dema em dibêjin zimanê zikmakî, tê wateya ku zimanê dayîkê. Divê ji her kesî pêhtir jin û dayik xwedî li ziman derkevin. Em saziyeke wiha vedikin, ji bo hemû gelê me ji 7 salî heyanî 70 salî hemû jê sûd bigirin. Ji ber ev sazî bi keda şehîdên me, girîllayên serê çiyê û bi keda Rêberê Gelê Kurd Abudullah Ocalan hatiye sazkirin. Ziman bingeha civakê ye divê civaka kurd xwedî li zimanê xwe derbikeve û weke Rêber Apo gotiye ‘Divê em her maleke kurd bikin Dibistana Kurdî’. Bê ziman jiyan nabe, bê ziman bûn tê weteya ku bê nasnamebûne. Dibe em hemû li zimanê xwe û saziya xwe xwedî derbikevin”.
Di merasîma vekirinê de, her yek jê TEV-DEM, Partiya Yekitiya Demokartîk (PYD) Yekitiya Star, Tevgera Ciwanê Kurd, Saziya Malbatên Şehîdan û Saziya Çand û Hunerê gotara xwe pêşkêş kirin û vekirina Saziya Zimanê Kurdî li gelê Rojavayê Kurdistanê pîroz kirin. Di vekirina SZK’ê de alên Tevgera Civaka Demokratîk, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fîlemayê Saziya Zimanê Kurdî û pankartên li ser nivîsandî ‘Kelepçeya li ser Ziman, Kelepçeya li ser Çand û Nasnameya me ye’ û ‘Em daxweza doza kurd a rewa di makezagûna Sûriyeyê de dixwazin’ hatin hildan. Her wiha di vekirina saziyê de, dirûşmên weke ‘Bê Ziman Jiyan Nabe’, ‘Bijî Zimanê Dayîkê’, ‘Bê Serok Jiyan nabe’ hatin gotin.
Hêjayî gotinê ye ku beşdariya zarokan a merasîma vekirina saziyê de pir zêde bû. Zarokan li ber stranê komên Tev-Çanda Rojava govend girtin û dirûşimên ‘Em zarokin mafê perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin’ gotin.
ANF-HELEB