Nivîskar û şairê 28 salan di zindanê de Resûl Baltaci par kitêba xwe ya çîrokan Rodeng da çapkirin. Kurê wî Azad dibêje, “Li holê kedek heye û hewce ye ev ked bi şiklekî baş bê darîçavkirin, xuyakirin û belavkirin. Ez ji bo vê dibim alîkar. Gelek xebatên wî jî hene ku hîna nehatine çapkirin.”

MURAT MANG

Rêber Abdullah Ocalan gotibû, “Kesên zimanê wan qeyd û kelemçekirî, di heman demê de mêjiyê wan, dilê wan û li nêrîna wan jî kelemçekirî ye.” Resûl Baltaci jî nivîskarekî welê ye ku bi xwe di hepsê de ye, lê qeyd û kelepce li ser zimanê xwe qebûl nekiriye. Resûl Baltaci li zindanê xwende dibe. Fena Baltaci bi dehan girtîyên azadîyê hene. Nivîsên Resûl Baltaci di Azadiya Welat, Ozgur Gundem, Eylul, Şopa Rojê, Kovara W, Tîroj, Mahsus Mahal û Yenî Ozgur Politikayê de derdikevin. Baltaci ji sala 2015’an ve kitêban dinivîse. Sala 2015’an kitêba wî ya şiiran bi navê “Ez Penaber im” derçûbû. Îlona 2019’an kitêba wî ya çîrokan “Rodeng” ji Weşanên J&J derket.

28 salên êsîriyê

Dewleta Tirk, zindanan ji bo bicihkirina siyaseta xwe ya dijminatiya Kurdan bi kar tîne. Ew amûrên qirkirina siyasî li dijî miletê Kurd in û bi hezaran hepsiyên siyasî jî vê piştrast dikin. Resûl Baltaci jî ev 28 sal in ku girtî ye. Ev 14 sal in ku ew tê dadgehkirin.

Baltaci di girtîgehê de hînî xwendin û nivisandinê dibe. Ew nexasim wêjeya Kurdî gelekî dixwîne. Ew di pêşgotina kitêba xwe ya bi navê Rodeng de li xwe wiha rexneyan digire: “Min li girtîgehê bi salên dûv dirêj bi zimanê biyanî xwend, fikr, raman û xwestekên xwe nivîsîn. Kêmasiya min a mezin ew bû ku min zimanê dayika xwe îhmal kir, li gorî rih û felsefeya Kurdî tevnegeriyam.”

   

‘Diyarî şehîdan dikim’

Rodeng navê qehremanekê ye ku di çîroka kitêbê de tê hildan. Baltaci navê wê qehremana jin li kitêba xwe dike û “diyarî şehîdên Kurdistanê” dike. Di kitêbê de Resûl Baltaci 13 çîrokên xwe bi cih kirine: Dilxweş, Bi fecira sibê re, Denê zêran, Jana hevaltîyê, Rodeng, Axîn stêrka azadîyê ye, Berfa spî, Rodî, Şevger, Xunav, Sê nû endamên gerîla, Kevirê spî û Şitlê azadîyê. Ew ji bo van çîrokên xwe di pêşgotina kitêbê de dibêje, “Çîrokên min bi pirranî li ser cangorî û pakrewanên Kurdistanê ne. Di vê pirtûka ber destê we de yek xwesteka min jî ew bû ku ez wêneyek ji vê berxwedana demdirêj a heqîqetê bi we re parve bikim. Şehîdên me vejîna jiyana me ne. Ez vê pirtûka xwe diyarî şehîdên berxwedana Şengal, Rojava û Kobana dilan dikim.”

Gelek berhemên neweşandî hene

Bi rêya kurê nîvîskarî Azad Baltaci me xwe gihand nivîskar Resûl Baltaci jî. Azad Baltaci piştî girtina bavê xwe bi 3 mehan tê dinê. Zaroka malê ya tenê ye Azad e û ew îro 28 salî ye. Ew ji bo çapkirin û belavkirina kitêba bavê xwe dibe alîkar. Azad bi xebata bavê xwe hem kêfxweş û hem serfiraz e, çawa ku ew bi xwe dibêje, “Ji ber ku li holê kedek heye, bi salan hatiye honandin. Û hewce ye ev ked bi şiklekî baş bê darîçavkirin, xûyakirin û belavkirin. Ez ji bo vê dibim alîkar. Gelek xebatên wî jî hene ku hîna nehatine çapkirin.”

‘Em hevdu bi şiklekî temam dikin’

Azad Baltaci wekî din dibêje, “Bavê min di cîwantiya xwe de, ez jî di zarokatîya xwe de ne azad bûm.” Ev ji Azad re bûye xemeke mezin: “Jixwe zarokatiya min di nava atmosfera zindanan de derbas bû. Emrê min li ser rêya hepsan, li ber zindanan li benda hevdîtinan, li korîdorên zindanan de derbas bû. Ji ber wê ez di zarokatiya xwe de bavê min jî di ciwantiya xwe de ne azad bû. Em hevdu bi şiklekî temam dikin.”

Azad Baltaci rexneyên xwe ji bo belavkirina kitêbên bi Kurdî jî li di dilê xwe de nahêle û dibêje, “Derketina kitêba Rodeng gelê me bi rêya înernete hîn dibe û telefonî me dike. Bi giştî rewşa kitêbên Kurdî weha ye. Mixabin pirsgirêka belavkirin û xwendina kitêbên Kurdî heye.”