Desthilatdariya AKP’ê ya ku dewletê mîna şirketekê bi rê ve dibe, pirsgirêka Kurd jî mîna meseleyeke bazirganiyê hiltîne dest. Di paketa ku serî vê mehê hatibû aşkerekirin de qaşo pêşiya perwerdeya bi zimanê Kurdî di dibistanên taybet de hat vekirin. Yanî tenê Kurdên xwedî pere wê bikanin zarokên xwe sewa hînbûna Kurdî bişînin van mekteban.
Ev yek wê çitûlî derbasî pratîkê be, hên ne diyar e; lê wexta ku mirov li mantiqa amadekirin û pêşkeşkirina vê paketê mêzeke, wê feraseta hikûmetê jî bi zelalî bibîne. Hikûmet her tiştî bi tenê difikire, bi tenê amade dike û bi tenê datîne pêşiya xelkê. Goya verastkirin û amadekirina qanûnan bona xelkê tê kirin, lê bi tu awayî vîna xelkê tevlî vî karî nabe. Hikûmet kincekî didûre û xelkê jî dixe hundirî wî kincî. Lê dibe, an nabe; ew ne mijara niqaşê ye...
Niha jî ji Kurdan re çiqas Kurdî lazim e, an jî kijan Kurdan re Kurdiyeke çitûlî lazim e; biryara vê yekê jî AKP’ê bi xwe dide. Bi paketa ku aşkere kir, zimanê Kurdî derxist bazarê û êdî pereyê kê têrê dike, ew ê bikane bikire û bikar bîne!..
Taşeronên wê, yanî Cimata Fethullah Gûlen, Hizbullah û hevkarên wê jî ji xwe amadeyî vî karî ne. Armanc diyar e; di qaşo mektebên Kurdî yên bi destê van taşeronan were organîzekirin de zarokên Kurd wê ji Kurdbûna xwe werin dûrxistin. Ew ê belkî bi Kurdî deng bikin, lê bi hest û helwesta xwe tu eleqeya wan ya bi Kurdbûnê namîne...
Wezîrê AKP’ê Hûseyîn Çelîk û Mehmet Metîner çiqas Kurd in; ew zarokên ku di dibistanên ji hêla taşeronên AKP werin sazkirin de werin perwerdekirin jî wê ewqas Kurd bin û wê ewqas temsîlvanê nirxên Kurdî bibin!
AKP her çiqas xwe ji hikûmetên berê yên kemalîst cûda bide nasandin jî; di pirsgirirêka Kurd de dizivire, çerx dike, serûbinî dike; lê di encamê de dîsa heman înkar û asîmîlasyonê, him jî bi awayekî zirav û kûr datîne pêşiya Kurdan. Xeynî helandin û tunebûnê tu alternatîfeke ku nirxên Kurdî bi cewherên xwe ve werin parastin li meydanê nahêle. Kurdan ji nirxên xwe yên civakî û kurdewarî dûrdixe û dike wek Tirkên ku tenê qişek Kurdî dizanin û navên Kurdî li zarokên xwe û li dikanên xwe didin...
AKP ne tenê nirxên civakî, pê re xwezaya Kurdan jî derxistiye bazarê. Li ser çemên Kurdistanê bi çêkirina bendav û santralên hîdroelektrîkê xwezaya Kurdistanê dide talankirin. Nirxên Kurdan gişt tên firotin, hevkarên wê pê tên zengîn kirin; lê bi her yekê re parçeyek ji can û kezeba Kurdan tê jê kirin...
Hikûmeta Tirk hên jî Kurdan wek xelkekî qebûl nake. Wer xuya ye, ku di plan û projeyên xwe yên ji bo siberojê de jî tu şûnê nade hebûna Kurdan. Polîtîkayên xwe yên li hundir û yên li derve, giştan bona tunekirina Kurdan û nirxên wan bikar tîne. Li bakurê Kurdistanê polîtîkayên xapandin û helandinê, li rojavayê Kurdistanê jî bi taşeronên xwe yên El-Qaîdeyî yên tunekirinê dimeşîne. Di heman demê de li Bakur bi hevkar û taşeronên xwe yên nijadperest û dînperestên sexte yên mîna Cimata Gûlen jî him Kurdan birçî dihêle him jî hewl dide ku Kurd muxtacî wan bibin û her mafên xwe yên xwezayî jî mîna sedeqeyê ji wan pars bikin!
Wê çaxê çare çi ye? Çare, xwedîbûna Kurdan a bi plan û programên xweser e. Nirxên xwe nekin malê bazara hikûmeta Tirk û li ser nirxên xwe yên civakî, nasnameyî û xwezayî firsendê bazartiyê nedin destê tu kesî.
Zimanê Kurdan difiroşin Kurdan!
Dewleta Tirk, niha jî zimanê Kurdî derdixe bazarê. Bi polîtîkayên hişk û zordestiyê Kurd û nirxên wan ên nasnameyî heta îro tune nebûn, lê niha bi kirrîn û firotinê tê xwestin ku hindirê wan were valakirin û bi vî rengî dawiya nasnameya Kurdî were.