Heyeta tevli dersê bûbû diyar kiribû ku ew ji dayîna dersên kurdî yên wekî zimanê dayikê û ji awayê dayîna dersan kêfxweş bûne û dê rapora xwe ya der barê vê mijarê de erênî binivîsînin.
Piştî di ser vê bûyerê re qasî mehekê derbas bû, ji saziya Perwerdeyê ya Kantona Zurichê berpirsyar Claudia Ulbrich bi e-nameyekê ji rêveberiya Komeleya Hîndekariya Zimanê Kurdî re agahiya mizgîniyê ragihand û di nameya xwe de diyar kir ku zimanê kurdî li Kantona Zurichê wekî zimanê dayikê yê perwerdeya wê li dibistanên Swîsreyî dikare were dîtin hatiye pejirandin.
Li gorî vê fermîbûnê li Kantona Zurichê perwerdeya zimanê kurdî di sala perwerdeyê ya 2014-2015’an de dê li dibistanên swîsreyî were dayîn. Ji bo ev yek karibê xurt û bi rêkûpêk were meşandin, malbatên kurd divê serî li saziya perwerdeyê ango midûriyeta dibistana zarokên wan lê dixwînin bidin û daxwaza perwerdeya zimanê dayikê bikin. Dîsa ji aliyê saziya perwerdeyê ve dê ji her malbatê re lîsteya perwerdeya zimanên dayikê were şandin û sala pêşiya me di nava vê lîsteyê de dê zimanê kurdî jî cih bigire.
Bila serlêdanê bikin
Endamên Komeleya Hîndekariya Zimanê Kurdî ya xebatên perwerdeya zimanê kurdî li Swîsreyê dimeşîne, ev rewşa nû û girîng nirxand û wiha gotin: Ji bo jiyîn û pêşketina zimanê kurdî ev serkeftineke girîng e û divê her mirovê kurd li vê serkeftinê xwedî derkeve. Xwedîderketin jî bi şandina zarokên xwe ya dibistana kurdî çêdibe. Bi taybetî di sala perwerdeyê ya 2014’an de divê malbatên kurd ji saziya perwerdeyê yan jî ji dibistanên zarokên wan diçinê ji bo zarokên xwe serlêdana perwerdeya zimanê dayikê bikin. Ger vê serlêdanê nekin, dê ev serkeftin bi ber avê de biçe. Em hêvî dikin ku di sala pêşiya me de bi dehan malbat serî lê bidin û ji vê derfeta girîng sûd bigrin.”
Pirtûkên alîkar
Endamên komeleyê anîn ziman ku ji bo perwerdeya zarokan bi awayekî serkeftî û xurt were meşandin pirtûkên dersdayînê ji aliyê Komeleya Hîndekariya Zimanê Kurdî ve hatine amadekirin û wiha pêde çûn: “Hatiye plankirin ku heta sala perwerdehiyê ya 2014’an de di warê matematîk, dîrok, erdnîgarî û çanda kurd de jî pirtûkên alîkar werin amadekirin. Zarokên werin dibistana kurdî ne tenê zimanê dayikê, pê re dîrok, muzîk, çand, erdnîgarî û matematîkê jî wê fêr bibin.”
ZURICH