Li Galeriya MEI´yê li Washingtonê berhemên 10 şêwekarên Kurd bi pêşangehekê tên nîşandan. Ev “Ji wî aliyê çiyê peyivîn“ e. Lê hunermend hem êş û zarên civaka xwe, hem jî yên xwe nîşan didin.
Kanî Kamil bal biriye ser nivîsgeha bapîrê xwe û jêbirina serpêhatiyên jinan, ji bo vê jî wêneyên li wê nivîsgehê rûgirtî nîşan dide, lê reklameke kurekî boz ê Ewrûpî li ser, eşkere hîna tê dîtin.
Speaking Across Mountains (Ji wî aliyê çiyayan ve peyivîn) navê pêşangehekê ye ku li Galeriya Middle East Institute (MEI) a li paytexta Dewletên Yekbûyî Emerîkayê (DYE) hatiye vekirin. Galeriya li Washingtonê bi vê yekê cih daye berhemên hunermendên Kurd ên li seranserê dinyayê belav bûne. Û ev jî cara yekê ye ku Washingtonî wê karibin berhemên hunermendên Kurd li cem hev bibînin. Di dema vekirina pêşangehê de Kanûna bihurî nûnera Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Bayan Samî Abdulrehman jî amade bû û bal dibire ser vê yekê.
Kuratora pêşangehê Heba Elkayal e û ew, tevî Midûra Karên Hunerî û Çandî yên MEI´yê Lyne Sneige li galeriyê şeva vekirina pêşangehê li hola mişt amade bû. Pirraniya berhemên hunermendên Kurd behsa nasname, jicihûwarbûnê, cinsiyet, tinekirina çandî û hikûmetên zalim dikin.
Li ser navê MEI´yê peyama hatî dayîn digot, anîna cem hev a hunermendên bi nasnameyên hevpar ji wî aliyê çiyayan bi hev re peyivîn e. Ji Heba El-Kayal îlhama navê pêşangehê jî gava bi hunermendan re dipeyivî, girtiye. Li gorî wê, „gelek nasnameyên bi hev ve girêdayî yên her kesî hene”, di dewamê de jî ew dibêje, “Hin hunermend bi nasmameya xwe ya neteweyî re ketine qirika hev, ji ber wê jî daimî pêşdiviya wan heye ku bidin û bistînin, angaje bibin”.
Lyne Sneige jî di vê yekê de îşaret bi rola parçekirina Kurdistanê û “ajandayên neteweperest ên hikûmetên herêmê” kir.
Ji keviya dinyayê şiirek ji çiyê re
Di vê pêşangehê de berhemên 10 hunermendan tên nîşandan ku pirraniya wan li dîasporayê ne. Ew di berhemên xwe de zehmetiyan û serpêhatiyên xwe yîn şexsî û civakî bi bîr tînin; di heman demê de jî li ber sîstemên siyasî yên bertîlxwur, zalim û her weiha li ber normên cinsiyetê yên zilmeke civakî ne, radibin.
Her deh hunermend ne tenê bi tecrûbe û naveroka berheman nêzîkî hev in. Bi behremendiya xwe ya hunerî û ceribandinên xwe yên hunerî jî ew nêzî hev in û encama vê pirrengîbûna navgîn û teknîkên hatine bikaranîn e. Pêşangeh bi berhemên Walid Sitî dest pê dike, ew hunermendekî ji Başûrê Kurdistanê ye. Berhema wî ya pêşî bi navê “Ji keviya dinyayê şiirek ji çiyê re” ye, di vê berhemê de şêwekariya resm û peykeran ketiye zik hev.
Kanî Kamil di berhema xwe ya bi navê My Blue Blanket (Betaniya min a şîn), reklameke ku bapîrê wî li nivîsgeha xwe daliqandibû nîşan dide, li serê kurekî boz
hebûye, ew jî li kêleka wêneyên jinên malbatê hatibûne daliqandin. Lê Kanî Kamil tercîh kir wan li vir nîşan nede, yan jî rastî ser rûyê van jinan bi temamî hatiye girtin; ji bo girtina ser rûyan jî pora mirovan hatiye bikaranîn. Hunermend bi vê îşaret bi cinsiyetê û jêbirina serpêhatiyan dike.
Ji bilî wan herduyan, berhemên Şêrko Abbas, Serwan Baran, Hayv Kahraman ên ji Başûrê Kurdistanê hene di pêşangehê de. Ji Bakurê Kurdistanê berhemên Şavaş Boyraz, Zehra Dogan û Şener Ozmen hene, ji Rojavayê Kurdistanê berhemên Xedîca Baker û Behrem Hajo hene. Pêşangeh wê heta 20´ê Sibatê vekiribe.
WASHINGTON