Saziya Zimanê Suryanî ya Rojava bi alîkariya Yekitiya Mamosteyan a Rojava û Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li 4 dibistanên fermî yên li bajarê Tirbespiyê dest bi dayîna dersên bi zimanê suryanî kir. Li dibistanên Mecdel Şemis, Ehmed Mîzer Elgihêş, Xalid Bin El Welîd û Fêsel Yûsif êdî zimanê suryanî wekî dersên fermî tên dayîn. Destpêkê dê di hefteyê de 2 rojan dersên suryanî bêne dayîn û tê payîn ku di dema pêş de rojên dayîna dersan zêde bibe. Der barê mijarê de xwendekarên suryanî, kurd û ereb kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Zimanê suryanî di dibistanên taybet ên suryaniyan û dêran de dihatin dayîn.
ANHA/TIRBESPIYÊ