Dê di mîhrîcanê de xelata ekolojiyê, xelata azadiya jinê, xelata dewlemendiya çandî û xelata naveroka civakî ya herî baş bê dayîn. Tê gotin ku di mîhrîcanê de berovajî feraseta pêşbirkê dê feraseta hevparbûnê pêş bikeve. Endamê Lijneya Rêvebiriya OSAD û yek ji sazkerê Mîhrîcana Fîlman ên Amedê ya Navneteweyî Îlham Bakir derbarê xebatên xwe de agahî da DÎHA'yê.

'Ronîbûna Kurd a li herêmê pêş ket'

Bakir destnîşan kir ku ronîbûna Kurd a ku li herêmê pêş ket di qada hunerê de jî xwe da nîşandan û sînemayê di nava van qadan de bilêv kir. Bakir wiha got: "Sînemavanên Kurd bi fîlmên ku dikişînin rastiya gelê Kurd li ser esasek rast nîşan dide. OSAD cihê ku sînemavanên dixwazin sînemayek alternatîf çêbikin û sînemavanên Kurd hatine cem hev e.  Em ê Mîhrîcana Fîlman ên Amedê ya Navneteweyî di navbera 22-28'ên Cotmehê de li dar bixin. Ev mîhrîcan dê ji mîhrîcanên din cuda be. Em dixwazin ligel em filman bînin cem hev û di navbera wan de pêşbirkek bidin meşandin, berovajî vê hevpariyek pêk bînin. "

'Hêzek mezin derdikeve holê'
Bakir der barê logoya mîhrîcanê jî agahî da û wiha pê de çû: " Logoya mîhrîcanê simbil û roj e. Sedema vê yekê simbil sembola nirxên hevpar a neolitîkê ye, roj jî sembola mezopotamyayê ye. Herî zêde em filmên der barê rojhilata navîn qebûl dikin. Tabî deriyê me ji fîlmên ewropayê jî ne girtî ye. Lê divê fîlmên ji ewropayê jî were divê ser bi xwe be. Em ê filmên ku ne li gorî pîvanên me bin, jin biçûk bibîne, gel biçûk bibîne qebûl nekin. Divê fîlman ne li hemberî nirxên hevpar ên mirovahiyê bin. Fîlmên ku derdên wan hebin, di nava tercîhên me de ne. Tabî jiyana taybet a derhêner jî ji bo me girîng e. Mînak heke derhêner di jiyana xwe de şîdet li hemberî jinê pêk bîne û heke em vê bizanibin em vê yekê qebûl nakin. Em hunerê jiyana taybet an jî jiyana hunerê nanirxînin. Mirov di jiyana hunerî de yek e. Em dixwazin sînemaya neteweya demokratîk a Kurd pêş ve bixin. Sînemaya Kurd gihaştiye sînemaya Îran û Tirkiyeyê. Her çiqas hêza aboriyê tune be jî, ku em sînemayê wekî tiştekî bi aboriyê dimeşe nabînin. Em bi hevparî û piştgiriyê sînemayek diafirînin. Dema hemû sînemavan tên cem hev hêzek mezin derdikeve holê. Ligel hemû zehmetiyan em ê mîhrîcana xwe li dar bixin. Sînema ne tenê tiştekî di nava çar dîwaran e. Em ê sînemayê ji nava dîwaran xilas bikin û bibin gundan, taxan. Li herêmê ji bo hilbijartina mijaran tu zehmetî tune ye ji bo sînemayê. Sînemaya Kurd di vê mijarê de bi sûd e. Li herêmê hûn qemarayê deynin ku ji wir fîlmek dê derkeve. Ji ber êşên hatiye jiyandin wisa ye. Tiştên ku di nava 30 salan de hate jiyandin têra 50 salan dike." 

DÎHA/AMED