Neteweyên Yekbûyî (NY) sala 2019´an weke Sala Zimanên Xwecihî ragihandibû. Wekî din ji sala 1982´yan ve, dîsa bi biryara NY´yê roja 9´ê Tebaxê jî weke Roja Miletên Xwecihî her sal bi mijareke nû tê pîrozkirin. Mijara îsal a vê rojê jî Zimanên Xwecihî ne. Bi vî wêneyê bi jor û bi agahiyên li jêr em jî vê rojê bi bîr dixin. Li dinyayê qederê 390 milyon miletên xwecihî hene ku li 90 welatan dimînin. Ew ji sedî 5´ê serjimara dinyayê bin jî, ji sedî 15´ê xizanên dinyayê ne. Qederê 7 hezar zimanên xwecihî hene ku nûneriya qederê 5 hezar çandên xwecihî dikin. Tenê li Emerîkayê 600 zimanên miletên xwecihî li ber mirinê ne.
NAVENDA NÛÇEYAN