Li Kobanê di çarçoveyê rêzecîvînan de bi beşdarbûna  dehan welatiyan, civînek li salona malbatên şehîdên a bajêr hat lidarxistin.
Di civînê de endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM) Sebrî Kobanê axivî. Sebrî Kobanê komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku beriya 16 salan, di serî de Amerîka û Îsraîl bi biryara hinek dewletên Rojhilata Navîn, dewletên navnetewî, ev komplo dan destpêkirin û wiha pê de çû: “Pilana komploya li ser Rêber Apo pilaneke sed salê bû, ji ber ku ev cara yekemîne bi dehan dewletên cîhanê di pilaneke wisa qirêj de cihê xwe girtin. Amerîka û Îsraîl jî serkêşiya vê komployê kirin.”

Armanca komplogeran têk çû

Kobanê di axaftina xwe de bal kişand ser armanca komployê û ev tişt anîn ziman: “Dewletên ku li ser Rêber Apo komplo meşandin, armanca  wan ew bû ku bi dîlgirtina Rêber Apo projeya xwe ya dagirkerî berdewam bikin û gelê Kurd tune bikin, ji ber ku Rêber Apo yekemîn kes bû ku li dijî dagirkerî û siyasetên wan dewletan sekinî. Lê belê Rêber Apo zindana Îmraliyê kir çavkaniya ramanên azad û hebûna gelê Kurd li hemû cîhanê isbat kir”. Civîn bi dûrişmeyên silvakirina Rêberê gelê Kurd Abdullaho Ocalan bi dawî bû.

ANHA