Pirtûka ‘Di Hejmara 5’emîn de jinbûn’ Zindan Amedê vedibêje. Rahîme Kesîcî ya bi darbeya 1980’yî re salekê di zindana Amedê de ma, bi pirtûka xwe ya bi navê ‘Di hejmar 5’an de jinbûn’ rewşa jinan ya li îşkencexaneyên li zindanê vedibêje. Rahîme bi wêne, belge û bîranînan pêkanînên wê demê yên li dijî jinan radixe ber çavan.
Pirtûka 202 rûpelî ya Rahîme Kesîcî ji Weşanên Jans Nasderdikeve. Rahîme piştî darbeya 1980’yî ji ber nivîseke bi ser navê ‘Dayikno zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin’ hatibû girtin. Rahîme salekê di Koxuşa Hejmar 5 de ma. Tiştên li vir hatin serê wê di pirtûka ‘Di hejmar 5’an de jinbûn’ de cihê xwe digirin.
Rahîme ku aktîvîsta Komeleya Çanda Gel a Şoreşger bû, diyar dike ku belkî jî ji ber jin bi hevîrê destê xwe tevlî karê mêran dibûn, zêdetir êşkence li wan dihat kirin û dibîje, koxuşên jinan ji aliyê Kenan Evren ve bi rayedarên taybet hatibûn tijekirin û Esat Oktay Yildiran jî wek serkêşê êşkenceyê hatibû peywirdar kirin.
‘Armanca êşkenceyê serî li me tewandin bû’
Rahîme Kesîcî diyar dike ku kesekî li mala xwe li stranên Kurdî guhdarî kiribûn, şivanên li ber pezê xwe ku nan bi koma şoreşger re parve kiribû, gundiyekî ku qet ji gund derneketibû û bi tirkî nizanibû jî rastî êşkenceyê dihat û dibêje, armanca êşkenceyê ev bû serî li me bitewînin.
Pergal êşkencevanan çêdike
Rahîme Kesîcî bi lêv dike ku aliyên psîkolojîk û sosyolojîk yên êşkencevan hene û dibêje, kesên bê hezkirin mezin bûne, di jiyana xwe de her tim cuda hatine dîtin, dikevin vê rewşê û kesên ji aliyê pergalê ve dibin êşkencevan, rêya wan ya vegerê tine.
Esat Oktay Yildiran: Xweda ez im
Pirtûkê bi berfirehî cih dide Esat Oktay Yildiran. Rahîme Kesîcî dide zanîn ku armanca êşkenceya li zindana Amedê ew bû ku mirovan ji wan dûr bixin û serî bni wan bidin tewandin û dibêje, “Kesên di êşkenceyê de bi Kurdî digotin ‘xweda’ û êş dikişandin, Esad Oktay bersiva ‘Xweda ez im’ li wan vedigerand.”
Di pirtûkê de pêkanînên wê demê yên li zindanê bi berfirehî tên vegotin. Pirtûka ji 202 pûpelî ji weşanên Ajans Nas derdikeve û xwedî zimanekî gelek herikbar e ku dikare bi carekê bê xwendin.
MELÎKE AYDIN/ŞÛJIN / AMED