
‘Mem û Zîn destana netewî ye’
Gultekîn diyar kir ku destana Mem û Zîn destanek netewiye ev peytandina cara yekemîn di sala 1858’an de Prof. Peter Lerch ve hat kirin, Lerch di der barê Xanî û Mem û Zîn yekemîn lêkolîna berfireh kir û îro di nava ansîklopediya Wîkîpedîa ya cîhanê de di nava destanên Rojhilata Navînde wek 3’emîn destana netewî hatî hilbijartin ev destanên ku hatina hilbijatin wisaye “Firdevsî- Şahname, destana ereban Taghrîbat Benî Hîlal û Ehmedê Xanî-Mem û Zîne.”
‘Zîn, şêweyek jina nû ye’
Gultekîn diyar kir ku Ehmedê Xanî di berhema xweya Mem û Zînê de baldikşîne ser pirsgirêka civakî û azadiya jinê digre dest Xanî di wê ferqêde bû ku kevneşopiya çanda jin û mêr li hemberî pêşketina civakê û azadiya takekesî û ya herî girîng jî azadiya civakê astengiyek mezin bû û wiha got: “Ev jî dide nîşandan ku Xanî di nava hewldana ditina riyek nûdeye. Di peyemên Xanî dejî tê têgihîştin ku Zîn şêweyek jina nû ye ya rastî şêweya jina ku Xanî xwestî biafrîne ye. Di berhemê de şêweya Sitî şêweya jina ku bi tiştên heyî razîye temsîldike. Heyzebûn jî nûneriya jina ku dikeve pêvajoya afrineriyê û di berhemê de alikariya zinî dike karaktera jina zana a pîr derdixe pêş. Ji ber rewşa jina di nava civakê Xanî di berhema xweya Mem û Zîn de rewşa jinê bi her awayî girtî dest û lêhurbûye û pêdivî bi riya nû ditiye. Dema mirov berhema Mem û Zînê dixwîne vê bi awayek hêsan dibîne.” Gultekîn diyar kir ku Xanî di berhema xwe dejî aniye ziman ku li hemberî koledariya jinê bazirganiya jinê û fuhuşêye ji ber ku Xanî di berhema xwe de vê yekê rexnedike. Her wiha xanî di berhema xwe de diyar dike ku jinên ku ji di nava gelde dijî ji xweser û azadtire, jinên ku bijare yên elît zêdetir giredayîne û zêdetir ji kevneşopî û çanda îslam û ereban bandorbûne.
Ola Zerdeşt û jin
Gultekîn diyar kir ku di civaka Kurdan de yên ku baweriyê bi ola zerdûştiyê tîne du hevserî di çanda wan de qedexeye ya rastî di çanda wan de tiştek wisa nîne û wih got: “Di baweriya kevneşopiya Zerdûştiyê de jin pîroze, qedîm û rêzdar tê dîtin bi mêr re xwedî heman mafiye. Xanî ev yek di berhema xwe de jî aniye ziman. Di berhema xweya Eqîdeya Îmanê de ev yek bi awayek aşkera aniye ziman û di hevokên xwe de rewşa civakê rexnedike. Gultekîn diyar kir ku Xanî di berhemê xwe de zat û sifet wek du hebûna pênase dike û dibêje mêr ji ber xwezaya xwe berdewa jinêye. ji ber wî dibê ji mêr awêneya xweşik bûna jinêye. Xwediyê xweşîk bûnê yê rast jin bixweye yê ku xweşîk bûnê tîne cîhanêye. Xanî di berhema xwede wekheviya jin û mêr jî aniye ziman. Gultekî anî ziman ku Xanî divê berhema xwe de balkişandî ser pirsgirêka civakê jê yek azadiya jinê û wiha got: “Ehemedê Xanî di takekesiya Zînê de mezinbûna jinê, pîroziya evînê û divê bingehê de gîhîştina riya jiyana nû nîşandide.”
DÎCLE MUFTUOGLU/DÎHA/AMED