Li Amedê Dibistanên Seretayî yê Ferzad Kemanger û Alî Erel, bi 8 polan û 250 şagirtan, bi lêdana zengil dest bi perwerdehiya sala nû kir. Li Cizîrê Dibistana Seretayî ya Bêrîvanê bi 70 xwandekaran dest bi perwerdehiya sala nû kir.
Dibistana Ferzad Kemanger a li navçeya Rezana Amedê, dest bi perwerdehiya xwe ya demsala 2015-2016’an kir. Dibistan bi demsala nû re 80 şagirtên nû li cem xwe qeyd kirin. Dibistan bi 3 polên beşê yekem, poleke pêşdibistanê û 80 jê yên nû bi giştî bi 180 şagirtan dest bi perwerdehiya xwe kir. Zarokên ku di demsala nû de berê xwe dan dibistana xwe, bi hevdîtina hevalên xwe yên dibistanê kêfxweş bûn. Zarokên ku li dibistanê hatin cem hev, li hewşiya dibistanê û di polan de lîstin û stran gotin. Kêfxweşiya zarokan a bi destpêkirina dibistanê re hêjayê dîtinê bû.
Dibistana nû jî rastî eleqeyeke mezin hat
Îsal dibistaneke nû ya bi navê Alî Erel li Peyasa Amedê vebû. Dibistana ku îsal dest bi xebatên xwe yên perwerdehiyê kir, rastî eleqeyeke mezin hat. Dibistana Alî Erel niha di pola 1’emîn de 30 û di pola din de jî 50 şagirtên Kurdî dê perwerde bibin. Dibistana ku îro hat vekirin ji zarokan re bû cihê kêfxweşiyê. Zarokên ku cara yekem perwerdehiya bi zimanê Kurdî dîtin, li hemberî dersên xwe û dibistana xwe eleqeyek mezin nîşan dan. Qeydên şagirtan ên dibistanên Kurdî hêj dewam dikin.
Li Dibistana Bêrîvan 70 xwandekarên nû
Li navçeya Şirnexê Cizîrê Dibistana Seretayî ya Bêrîvanê bi 70 xwandekaran û 8 polan dest bi perwerdehiya sala nû kir. Dibistana Bêrîvan di sala 2’yan de bi 8 polên nû dest bi perwerdehiya bi zimanê Kurdî kir.
Malbatên zarokan, zarokên dibistanê, Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kunur, rêxistênen HDP/BDP û gelek welatî li ber Mala Gel a Şînê ya Taxa Cûdî kom bûn û heya ber dibistanê bi lêdana erbanê, meşiyan. Li ber dibistanê li ser navê mamosteyên Dibistana Seretayî ya Bêrîvanê, mamoste Huseyin Çatikaş axivî û destpêkirina perwerdehiya sala nû li hemû zarokên Cizîrê pîroz kir û xêrhatina malbatên zarokan kir.
Çatikaş diyar kir ku îsal bi 8 polan û 70 xwandekaran dest bi perwerdehiya bi zimanê Kurdî kirine û got ku wekî her tiştî perwerdehiya bi zimanê Kurdî jî mafê zarokên Kurd e û ev du sal in ji bo ku perwerdehiya bi zimanê Kurdî baş bidin zarokan bi awayekî xurt dixebitin û xebatên wan yên li ser zimanê Kurdî dê berdewam bikin. Piştî axaftinê zarok bi awayekî kêfxweş beziyan polan û dest bi dersê kirin. Dersa yekemîn Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç da. Tunç di dersa yekemîn de ji zarokan re got, bila dersa we ya yekemîn ev be ku ji bo zimanê we bi pêş keve divê dê û bavê we çi bibêje hûn bi ya wan bikin.
AMED/ŞIRNEX