Li ser girtina ofîs û navendên TEVGER´ê li Başûrê Kurdistanê Koordînasyona KJK´ê daxuyaniyek da û got, “Ev yek zirarê dike li yekîtiya neteweyî ya Kurd û li dijî nirxên demorkatîk û welatparêziyê ye.”

KJK’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya girtina navendên Tevgera Azadî û RJAK’ê zirarê dike li yekîtiya neteweyî ya Kurd û li dijî nirxên demorkatîk û welatparêziyê ye.

Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) li ser girtina buroyên Tevgera Azadî û hewldana girtina ofîsa RJAK‘ê li Ranyayê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KJK´ê got, “Biryara rêveberiya Başûrê Kurdistanê û YNK’ê ya ji bo qedexekirina Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û RJAK’ê ku 27’ê Mijdara 2018’an li Silêmanî û derdora wê bi cih hate anîn, li nirxên exlaqî, welatparêzî û demokratîk nayê.”

Koordînasyona KJK´ê qedexe û girtina buroyan weke paşverûtî ûdij-demkratîk terîf kir û got, “tenê bi kêrî AKP a faşîst tê.”

Li rewşeniya Silêmaniyê nayê

Di dewamê de KJK´ê îşaret bi xisleta rewşenbîrî û hunerdewlemendî ya Silêmanî kir û got, “Li rastiya Silêmaniyê jî nayê ku bi dîrok, çand, berxwedêrî, rewşenbîrî û nirxên xwe yên welatparêziyê tê naskirin. Gelê me yê li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî yê Silêmaniyê, li dijî hewldanên tepisandin, tinekirin û teslîmgirtinê yên hemû hêzên serdest, ti carî ji Kurdîtî û nirxên xwe yên welatparêziyê tawîz nedane. Ji bo van mirovên me, nirxên welatparêziyê her tim di ser her nirxî re bûye.”

AKP´ê hêzdar dike

KJK´ê minaqeşeyên li ser yekîtiya neteweyî jî kir, got, ti elaqeya van kirinan bi welatparêzî û demokratîkbûnê nîne û wiha dewam kir: “Pêkanîn û biryarên bi vî rengî yên pragmatîk, hêzê didin AKP’ê ku ji bipêşketin, yekîtî û xurtbûna Kurdan ditirse û li her derê bi her awayî dijminatiyê li Kurd û Kurdistanê dike. Tawîza ku ji hêzên mêhtinger ên dijminê Kurdan re tê dayin, ti partiya siyasî ya li Kurdistanê xurt nake. Berevajî, derbê li hêz, yekîtî û paşeroja azad a Kurdan dixe.”

Banga vegera ji şaşiyê

KJK´ê got, peyman û tifaqên bi dijminê Kurd û Kurdistanê re bi armanca xapandin û parçekirinê ne û li dijîhev dijminkirina Kurdan e û wiha tehlûkeyên wê darîçav kirin: “Ji ber vê yekê, di tifaqên bi hêzên dijmin re, heger ya dide we hingiv be jî, pê zanibin ku ew yek teqez jehr e. Bi her awayî tawîz bidin dijmin re jî, dîsa jî tu Kurd î li ber çavên dijmin. Ji ber vê yekê em bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê û YNK’ê dikin ku dest berdin ji van pêkanîn û biryarên ku zerarê didin hewldanên yekîtiya neteweyî û dilê dijmin pê xweş dike.”

Bibin xwedî helwêst

KJK´ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li welatparêz, demokrat, azadîxwaz û rêxistinên civaka sivîl û jinan ên li Kurdistanê kir ku xwedî li nirxên azadîparêz û demokratîk ên gerdûnî derkevin û helwêstê nîşan bidin: “Yên ku herî zêde ji ber pêkanînên mêtingeriyê yên li Başûrê Kurdistanê êşiyan, hatin kuştin, hatin enfalkirin û berdêlên giran dan, jin û dayikên me yên welatparêz in. Em bang li wan dikin ku bi xurtî li ber van pêkanînan rabin ku çavê wan li tarîkirina paşeroja me ya azad e. Helwêsta jin û dayikan wê bandorê li pêvajoyê bike. Yên ku herî zêde dikarin sûdê ji yekîtiya neteweyî û nirxên demokratîk bigirin û wan bi pêş bixin, jin in. Lewma em bang li hemû jinên li Başûrê Kurdistanê dikin ku helwêstê nîşan bidin.”