Hunermendê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê ku ji zirnevanên navdar ê bajêr bû, Izetullah Heqşînas ji ber nexweşiyê, wefat kir.

Izetullah Heqşînas pêr bi şev koça xwe ya dawî kir.

Ew demek bû ku ji ber nexweşiyê li nexweşxaneyê dihat dermankirin.

Izetullah Heqşinas, sala 1941´ê li bajarokê Kamyaran ê wilayeta Sine ji dayîk bûbû. Ji 18 saliyê ve di nav xebat û karên hunerî de bû. Di nav xelkê de jê re digotin Mam Izetê Kamyaranî.

Hunera wî hunermendê Kurd di bikaranîna amûrên dengî yên mûzîkê de hebû û ew nexasim hosteyê zirnê de bû. Wî li bilûrê jî dixist.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN