Kovara Ziryab ku xwerû bi Kurdî ye wê bibe kovareke xwerû li ser muzîkê. Yekem hejmara kovarê hîna nû derçû. Kovar wê her çar mehan carekê derbiçe.

Di Desteya Weşanê ya Ziryabê de Gokçe Selim, Serhat Temel, Harun Ataman û Ozan Irmak hene. Edîtoriya wê jî Mevlut Oguz û Serhat Temel dikin.

Armanca Ziryabê ew e ku ji muzîkjen û dilsozên muzîkê re meydaneke nû ya xweîfadekirinê veke, qet nebe ev armanca wê li ser hesabê wê yê medyaya civakî tê parvekirin: "Ziryab dixwaze hinekî be jî siya li ser muzîka Kurdî rake."

Axir di beşa di edîtor a kovarê de mirada kovarê ev e:"Pêşî em dixwazin pirsgirêkên muzîka Kurdî û pirsgirêkên muzîkjenên Kurd li her deverê û li her qonaxê bi zimanekî erênî, nêrînên berfireh û heta derfet hebe bi hemû zaravayên Kurdî bên nîqaşkirin."

Di vê hejmarê de

Harun Elkî, Îbrahim Sarisu, Serhat Temel, Ozan Irmak, Serdar Şirnas, Şadê Agon, Besime Şen, bi nivîsên xwe; Kerem Gerdenzerî, Nizamettin Ariç, Ayfer Duzdaş, Mem Ararat, Adnan Kartal, C.Şivan Ergul, Rewşan Çeliker & Erdem Altinses bi hevpeyvînên xwe di Ziryaba yekem de cîh digirin. Harûn Elkî ji salên 90´î heta roja me ya îro panaromayeke muzka Kurdî pêşkêş dike. Ibrahîm Sairsû di dîroka muzîkê de bi Orfeus daketiye. Serhat Temel jî behsa serpêhatiya têkçûna Orkestraya Heskîfê dike. n NAVENDA NÛÇEYAN