Bi taybet li welatên rojhilatê Ewropayê, sermaya zêde bû sedema mirina bi dehan kesî. Li Ûkraynayê 43, li Polonya 26, li Romanya 23 û li Bûlxarîstanê 5 kes ji serma jiyana xwe ji dest dan. Li hin deverên Rûsya û Bûlxarîstanê pileya sermayê di van 65 salên dawiyê de îsal daket asta herî kêm. Li Franseyê pileya germaniya demsalê li jêra 11,3 ye û li Macerîstanê jî pileya germahiyê piştî bi salan 15 pileya daket binê sifirê.
Li gorî pêşbîniyên meterolojiyê, li parzemîna Ewropayê, bi taybet li Holanda, Belçîka û Franseyê dê pileya germahiyê 18 pileyan dabikeve binê sifirê. Vê sermaya dijwarê xwe gihand welatê Fasê jî.
Bihabûn bi xwe re anî
Bi taybet li Almanyayê bihayê ceyranê ji sedî 14 zêde bû û ji niha û pêve dê ji bo her megawattekê 60,50 euro bê dayîn. Li welatên Deryaya Reş jî bihayê dexil û dan û bi taybet genim zêde bûn. Odeya Bazirganiyê ya Chicagoyê ji niha ve bihayê genimê meha adarê ji sedî 1,4 zêde kir. Îtalyayê jî, îsa avhewaya Deryaya Spî ji bîr kir. Ji ber barîna berfa zêde, her derê vê herêmê spî bûn. Tê gotin ku vê sermayê bandoreke mezin li çandiniya welêt kir. Ji ber sermayê li bajarên Genova û Pisa dibistan hatin girtin.
Lûleya gaza xwezayî
Şîrketa Gaz-System SA ya li Polonyayê ji hikûmetê xwest ku destûr bide ku ji bo hilberandina ceyranê, petrol were bikaranîn. Li welêt, rêjeya karanîna gaza xwezayî 65 milyon metrekup be. Tê payîn ku bigihêje 70 milyonê. Ji ber sermaya zêde, Gazpromê jî daxuyaniyekê da û diyar kir ku wana ji bo pêşwazîkirina daxwazan rezerveyên xwe xistiye derê. Gazprom ji sedî 25’ê pêdiviya gaza xwezayî ya Ewropayê pêşwazî dike.
Li Kurdistanê jiyan tevizî
Li tevahiya Kurdistanê û bi taybet li Bakûr ji ber serma û berfê jiyan rawestiya. Li Bedlîs û Wan û bajarên din ên Kurdistanê jiyan tevizî. Li Agirî, Mûş, Qers û Erziromê ango bajarên herêma Serhedê ya Bakûrê Kurdistanê piraniya geştên balafirên rêwiyan hatin rawestandin. Li Bakûr rêya 1661 gundan hate girtin. Li navçeya Gimgima Mûşê, ji ber sermaya zêde boriyên xeta avê qerisîn.
NAVENDA NÛÇEYAN