Di konekî de 5-7 kes dimînin
Li gor agahiyên ji komîsyona wargehê hatine girtin di her konekî de 5-7 kes dimînin û hêj jî di nav de zorak jî heyî nêzî hezar kes jî bê kon in. Li gel kêmaniya konan, li qadê kêmasî jî hêj gelek in. Ev kesên bê kon niha jiyana xwe di bin beteniyan de didomînin. Li gor gotinên welatiyên Êzîdî yên li konan dimînin, hem xwarin û vexwarina wan kême û hem jî nikarin serê xwe bişon. Berpisyarê wargehê Erkan Erenci ku derbarê van pirsgirêkan de axivî diyar kir ku ji ber hejmara zêde kêmasiyên wan gelek in ew hewl didin ku pêdiviyên welatiyên Êzîdî pêk bînin. Li gel van pirsgirêkan, pirsgirêka herî muhîm ya koçberan ji ber hatina zivistanê starbûne.
Projeyên bajarê konteynirê
Erencî di vê derbarê de jî got ku ji bo avakirina bajarê konteynirê dest bi pêkanîna projeyê kirine û da zanîn ku ji bo vê jî nêzî 18-20 milyar TL pere lazime. Erencî, got ku her konteynirek 8 hezar TL ye û ji bo vê bang li welatiyên xêr xwaz kir ku alîkarî bidin. Erencî, da zanîn ku tenê ji bo hezar kesan ev konteynir bajar tê çêkirin lê ne got dê ji bilî van hezar kesan ji bo êzdiyên din çi bê kirin. Li hemberî vê rewşê ji xwe saziyên dewletê xemsariya xwe diparêzin. Dewleta Tirk heta niha ji bo kurden êzdî tenê 100 kon şandine. Erencî got ku wan ji AFAD'ê konteynir xwestine lê ji wan re tu bersiv nahatiye dayîn. Rayedarên Midûriyeta AFAD'ê ya Bajar jî got ku di vî mijarê de ew muhatab nînin heta Serokatiya AFAD'ê telîmat nede wan, ew nikarin tu alîkarî bidin. Heman rayedarî îdîa kir ku di destê wan de konteynir tunene.
Dewlet Êzîdiyan qebûl nake
Di vê navberê de hate diyarkirin ku Dewleta Tirk ku her roj endamên çeteyên xwînxwar yên DAIŞ'ê di nexweşxaneyên xwe de derman dike, kurdên Êzîdî qebûl nake nexweşxaneyan. Piranî xizmeta tenduristiyê ji Êzîdiyan re bi xebatkarên tenduristiyê yên dildar re tê dayîn. Êzîdiyên nexweş ji aliyê Dewleta Tirk ve ji nexweşxaneyan re nayên qebûl kirin. Tenê beşên lezgîn yên nexweşxaneyan wan qebûl dikin.
AMED