Berf û zivistan ne tenê li derve û ne tenê demsalek yan jî fenomeneke hewayî ne. Ew tesîreke mezin li hestpêkirina mirovan û dîtina wan estetîkê jî dikin. Ji ber wê jî ji mêj e ku zivistan di hunerê de xuya ye. Di salên 1840´î de ev wêneyê hanê jî yek ji wan berhemên hunerî ye. Hunermendê Japonî, Utagawa Hiroshige ev resmê bi çapa darî, çêkiriye. Li ser resmê em kanala Akabane ya li paytexta Japonyayê Tokyoyê dibînin; zivistane û berfê li her derî kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN