SORGUL ŞÊXO / ANHA/HESEKÊ

Jinên ku ji ber êrîşên dewleta tirk li dibistanên Til Temirê bi cih bûne zehmetî û daxwazên xwe tînin ziman. Jinan got: “Li pêş çavên cîhanê dewleta dagirker a tirk û çeteyên wê êrişî me kirin. Me ji ser axa me dan koçberkirin. Em niha li dibistanan bi cih bûne. Tevî zehmetiyan hemûyan jî em hewl didin ku li ser piyên xwe bisekinin.”

Zêdetirî 350 hezar kes ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê ji Serêkaniyê û Girê Spî koç bûne û li dibistanan bi cih dibin û bi hatina demsala zivistanê re zehmetiyên wan zêde dibin. Jinên ku ji Serêkaniyê û Erîşayê koç bûne û li dibistanan bi cih bûne wiha gotin: “Em gelekî dixwazin bajarên me ji dagirkeran paqij bibe. Em ji ser axa xwe bi darê zorê hatin koçberkirin. Divê cîhan bêdeng nemîne.”

Zehmetiyên me pir mezin in 

Fatma Mehmûd El-Kurdî ya ji Gundê Erîşayê ye wiha dibêje: “Zêdetirî 50’î rojî ye em ji malê xwe ji ber êrîşên dewleta tirk koç bûne. Xwedê mal û pergala dewleta tirk û çeteyên wê hilweşîne. Çawa mala me hilweşandin û talan kirin, bila mala wan jî wiha talan bibe. Em dixwazin vegerin ser axa xwe û mala xwe.”

Sena Osman a ku hevserê wê şervanê QSD’ê bû û di berxwedana rûmetê de jiyana xwe ji dest da, ew jî niha di dibistanên navçeya Til Temirê de bicih bûye wiha dibêje: “Koçberî ewqasî ne hêsan e ji ber wê zehmetiyên ku em dikişînin pir mezin in. Ji ber ku êdî zivistan hat. Gazek tune ye ku em xwarina xwe li ser çêkin, rêxistinên mirovî jî alîkariyê nadin.”