Ziyaretên Elewiyan xera dikin
BASIL REŞÎD
ANHA/ŞEHBA
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyan wê li li navçeya Mabata ya Efrînê tirbe û ziyaretên Elewiyan xera dikin.
Li gorî çavkaniyekî ji navçeya Mabata ragihandî, çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiye pêr cihê pîroz ê Elewiyan, Av Gîrê, xira kir û tiştên li wê derê dizîn. Ev cihê pîroz zêdetirî 160 salan e, ziyaret e. Li gorî çavkaniyan, çete cihên pîroz dikolin da ku zêr û şûnwaran bibînin û bidizin.
Li Mabata bi hezaran Elewî hene
Li Efrînê bi dehan cihên pîroz hene. Elewiyên Efrînê û wekî din pêkhateyan wê berê xwe didin wê derê. Piraniya cihên pîroz ên ku bi peyva ‘Dade’ bi dawî dibin, dibêjin niştecihên herêmên derdora wan Elewî bûn lê paşê ola xwe guhertine. Ew cihên pîroz Yaxmûr Dade, Aslan Dade, Elî Dade û Meryem Dade ne. Gotina ‘dade’ tê wateya mezinê mezhebê. Her wiha li Efrînê 3 cihên pîroz ên zêde têne naskirin ev in; mezarê Sultan Berbeûş, mezarê Şêx Hemo û mezarê Şêx Meem.
Bi hezaran Elewî li Efrînê dijîn. Lê beşeke mezin ji wan li navçeya Mabata ne. Li gorî lêkolînên dîrokî ku ew piştî komkujiya ku ji aliyê Osmaniyan ve Ii ser wan hate kirin, ji Bakurê Kurdistanê hatine û xwe li kantonê bi cih kirine û heta niha têkilî di navbera Elewiyên Efrînê û yên Bakurê Kurdistanê de hene.