Jinên ku di şahiya 8`ê Adarê ya kantona Şehbayê de axivîn, soza xurtkirina têkoşîna rizgarkirina Efrînê da. Jinan diyar kir ku yekîtiya gelan dê tecrîda li Îmraliyê bişikîne û li Sûriyê û Rojhilata Navîn neteweya demokratîk pêk bîne.
Li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê, şahiya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cihanê bi dirûşma “Bi pêşengiya Leyla Guven em ê berxwedanê bilind bikin û bi azadî bi serok re bijîn” çêbû.
Ji rêveberên Kongreya Star Sureya Mistefa di çalakiyê de axivî û got, “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, jin ji bo azadiyê şer dikin. Lewma derdorên li dijî azadiya jinan, Ocalan girtin, xwestin ku hebûna jinan tine bikin, lê baweriya Ocalan bi vîn û hêza jinan hebû.”
Bi navê Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Cîhan Xidiro têkoşîn û berxwedana welatiyên Efrînê yên li Şehbayê silav kir û got, “Zor û zehmetî wî vîna me neşikînin.”
Cîhan Xidiro di dawiyê de hemû jinên Berxwedana Serdemê pîroz kirin û soza dewamkirina têkoşînê li ser şopa têkoşer Leyla Guven da, heta ku azadiya jinan pêk bê. Şahiyê bi stran û dîlanên koma Kevana Zêrîn dewam kir.
ANHA / ŞEHBA