Çawa ku Shlomî Eldar nivîsa xwe pê qedandiye, peyameke xurt a bûyerê heye:

   “Organîzatoran wiha diyar e ku hewl daye xwe ji zexta li ser xwe xilas bikin, li siyaseta li Iraqê, bi heman rengê li Îsraîlê zora azadiya hunerî bir.”

Shlomi Eldar beriya sê rojan ji Al-Monitor re di beşa Israel Pulse de meqaleyek nivîsî ku tê de behsa nîşandana filmekî Îsraîlî li Duhokê dikir. Filma Yona Rozenkier ya bi navê The Dive (Noqîavêbûn) ji bo nîşandana li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Duhokê hatibû hilbijartin. Lê belê hema piştî ku tê nîşandan jî, filmçeker tên agahdarkirin ku ew ji beşa pêşbirkê hatiye derxistin.

Filma The Dive, li Îsraîlê Tebaxa bihurî li Qudsê weke filma herî baş a Îsraîlî ya metraj dirêj hatibû hilbijartin. Lê derhêner ji wê bêhtir bi wê nûçeyê şaş û metel mabû ku festîvaleke li Iraqê film bijartibû ji bo dawiya Cotmehê nîşan bide. Ev festîvala hanê jî ya rastî li Başûrê Kurdistanê ye û Festîvala Filman a Navneteweyî ya Duhokê ye. Axir ji ber ku derhêner jî, prokduktorên wî Efrat Cohen û Kobi Mizrahi tê derdixin ku mijar gelekî hesas e û heger nûçe belav bibe wê gelek zext li organîzatoran bibin, vê nûçeyê belav nakin.

The Dive yan jî filma trawmayê

Lê nûçe belav bû: 25´ê Cotmehê malpera nûçeyan “Shafaq”ê nûçe belav kir. Derhêner Yona Rozenkier jî ev nûçe di ser hesabê xwe yê Facebookê re parve kir. Ya rastî jî bo nîşan bide ku qanûna ji bo destek û teşwîqa bi şertê “dilsoziya bi dewletê” re - ev qanûn li Îsraîlê lê ye û gelekî tê minaqeşekirin - pûç e.

Em li filmê vegerin; film behsa sê birayan dike ku di dema Şerê Duyem ê Libnanê (yê Îsraîlê) de (2006) di kibbutza xwe de rasta hev tên. Ev kibbutza hanê jî li ser sînorê Libnanê ye û meydana şer e. Hersê bira hatine ku bavê xwe yê rehemt kirî veşêrin. Bavê wan beriya bi veşartinê bi salekê miriye ji ber ku organên xwe bexşandine ku zanyar li ser kar bikin, hîna nû wê karibe bê veşartin.

Di nava vê rewşê de bi ser halan de birayê herî ciwan jî ku eskeriya mecbûrî dike, li ber wê yekê ye ku li bereya şer bê wezîfedarkirin. Film li dora tirsa wî ya mirinê digere. Birayê wî yê jê mezintir ku milîtanekî dewletparêz e, dixwaze wî amade bike û pê temrînan dide kirin, ev yek jî birayê din aciz dike ku bi xwe weke sûbay şer kiriye û ji ber şerî jî nikariye ji heq trawmaya xwe derkeve.

Film terapiyek bû

Ya rastî bi vî halê xwe filmeke dijberê şer e. Lê em ê li ser naveroka filmê nesekinin. Lewma Rozenkier bi xwe ji Al-Monitor re gotiye, bi wî re bi xwe Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê (PTSD) li wê bûye ilet û wî xwestiye bi vê filma hanê ji heqî vê trawmayê derkeve: “Ez esker bûm li Orevê di dema Întîfadaya Duyem de. Û li wir têra xwe xirecir hebû ku ez bi xwe jî derbê bixwim û birîndar bibim.” Wî behsa wê întîfadaya Filistîniyan dikir ku di navbera 2000 û 2005´an de bi rê ve çû. Ew li nexweşxaneya Tel Hashomer tê dermankirin; ji bo elaqeya wê bi filmê re ew dibêje, “Film rengekî terapî û dermanbûnê ye”.

Di film de PTSD´ya xwe vedişêrê yê ku ji vê iletê mexdûr e; heta ber bi dawiya filmê hîna nû ji dayika xwe re dibêje, ji tersan û mitaleyan bi şevê xew nakeve çavên wî. ev mesele ji bo derhêner Yona Rozenkier beriya niha jî li ser mijarê kurtefilm çêkirine, lê ev filma wî ya yekem a metraj dirêj e li ser mijarê.

Ji ber qanûnên Îsraîlê ku rexnegirtinê asteng dikin û huner sînordar dikin jî dibêje, „Bi tenê rejîmeke ku ji rêya xwe ne piştrast e, qanûnan derdixe, rexneya li hikûmetê qedexe dike û hunermendan bêdeng dike. Ev yek bêhtir tştan derheqê wan de îfade dike. Û ez vê cihê xemgêniyê lê her wiha weke tehlûke dibînim.”

Li Iraqê jî li Îsraîlê jî siyaset şerê huner dike

Rozenkier gazinan dike ji ber ku rayedarên Îsraîlê ew pîroz nekirine ji ber ku filma wî wê li festîvaleke navneteweyî ya li Iraqê bê nîşandan û li ser bijartna filma xwe jî wiha peyivî: “Bi her halî wiha xuya dike ku dîrektorên festîvalê xwe bi xurtî di nava peyama filmê de dîtine. Kurdistan jî meydaneke şer e ku gelek xwîn lê rijiyaye, herêmek e ku ji ber şeran gelek êş û azar kişandine.”

Film li Duhokê du caran hat nîşandan, lê ji ber zextan organîzator neçar man ku filmê ji beşa pêşbirka filmên ji dinyayê vekişînin, vê jî wiha bi Rozenkier re parve dikin: “Ji komplîkasyonên herêmî û fikaran, Festîvala Filman a Navneteweyî ya Duhokê neçar ma ku filma The Dive ya Yona Rozenmkier ji beşa pêşbirkê vekişîne, tevî ku di bernameyê de film du caran hat pêşandan. Em ji ber vê rûdanê dixwain hûn li me negirin.”

Çawa ku Shlomî Eldar nivîsa xwe pê qedandiye, peyameke xurt a vê bûyerê heye:

“Organîzatoran wiha diyar e ku hewl daye xwe ji zexta li ser xwe xilas bikin, li siyaseta li Iraqê, bi heman rengê li Îsraîlê zora azadiya hunerî bir.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN