Kovara Zrîng derket û doh li Fûara Pirtûkan a Amedê jî gihişt ber destê xwîneran. Zrîng wê mehane be û ji îro û pê ve jî li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê belav bibe. Karîkaturîst Dogan Guzel, Îmam Cîcî, Ender Ozkahraman, Halîl Încesû, Rewhat, Ronî Battê û Eşref Mûmcî di hejmara yekê de xêz kirine. Terstaqla Reco bi sernavê ‘Kurdiya Hevalan’ nivîseke mîzahî nivîsandiye. Kovar ji 36 rûpelan pêk tê û bi şêwezarên Kurmancî û Kirmanckî hat çapkirin. Di nivîsa edîtor de ya bi sernavê ‘Piştî bîst salan dîsa merheba’ de tê bibîrxistin ku kovara Pîne bîst sal berê anku di 1’ê cotmeha 1999’an de dest bi weşanê kiriye. Di nivîsê de Zrîng ji kovareke mîzahê ya klasîk wêde, wekî kovareke xêzeromanê tê pênasekirin û wiha tê gotin: “Gelî hevalan ev kovareke mîzahî nîne. Her wekî jiyanê, tê de mîzah jî dram jî rageşî jî heye û kovareke mîzahî ye.”
Ne smach lê Zrîng
Ji bo navê Zrîng jî wiha tê gotin: “Çima Zrîng! Li gorî zimanê gerdûnî di zimanê xêzeromanan de dengê kulman ‘smack’ e. Me berginda wê efekta deng a bi Kurdî zrîng kir navê kovara xwe û me jî li gorî wê got, di qada xêzeromanê de em jî hene.” Edîtor destnîşan kir ku bi derxistina vê kovarê dixwazin ewilî xwe bigihînin xwendevanên Kurdî û piştre jî xwendevanen nû çêkin.
Soranî jî wê çêbe
Dogan Guzel bi xêzên xwe yên bi navê ‘Qirix Keko’, ‘Qirix Bavê Sileyman’ û ‘Qirix Quto’ di kovarê de xêz dike û piştî salan karakterê ‘Qirix’ dîsa digihîje xwendevanan. Ronî Battê ‘Hestû’ girtiye dest, Eşref Mûmcî ‘Tirşik’ê çêdike, Îmam Cîcî ‘Zarokên Nemrûdê’ ango keviran dide axaftin. Evdilxalik û Dogan ‘Dizekî Bênamûs’ kirine behsa xêzên xwe, Ender Ozkahraman ‘Kefaret’ê dide, Halîl Încesu rêwîtiya ‘Penaber’ û her wiha Rewhat jî ‘Vîtrîna Bapîrê Min’ xêz kirine. Di nivîsa edîtor de wekî din hat gotin ew dixwazin di rojên pêş de bi Soranî jî kovarê çap bikin. Edîtor bang li hemû kurdî û hezkiriyên ziman kir ku wan bi tenê nehêlin.
NAVENDA NÛÇEYAN