Rojnamevanên navçeya Soran ên endamê ofîsa Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ya Soran, diyar kir ku ti hêcetek binçavkirina Zubêr Bradostî ji aliyê hêzên PDK’ê ve nîne. Rojnamegeran da zanîn ku karê sendîkayê parastina mafê rojnamevanan e û nabe ku bêyî biryara dadgehê rojnameger werin destgîrkirin.

Di 21’ê Tîrmehê de nûçegihanê Rojnewsê, Zubêr Bradostî ji aliyê hêzên PDK´ê ve hat binçavkirin. Hîna jî nayê zanîn bê ka Bradostî li ku tê ragirtin.

Piştî ku Bradostî hat binçavkirin, sekreterê ofîsa Soran ya sendîkaya rojnamegerên Kurdistanê, bêyî ku rastiyeke xwe hebe got, ‘Zubêr li ser karê sîxuriyê hatiye destgîrkirin’. Li ser vê yekê rojnamevanên navçeya Soran a ser bi Hewlêrê, nerazîbunên xwe anîn ziman.

Sendîka divê mafê rojnamevan biparêze

Endamê Desteya Ofîsa Soran ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Mistefa Şêx Mihemed li ser daxuyaniyên sekreterê ofîsa Soran yê sendîkayê got; “Haya me ji daxûyaniya sekreterê ofîsê nîne. Lê divê em hemû van rastiyane bizanin, karê hemû sendîkayan li cihanê, parastina mafê hempîşeyên wan e. Nabe ku beriya dadgehkirinê kesek bê sucdarkirin.”

Mistefa ji bo daxuyaniya sekreterê sendîkayê jî got; “Ev daxuyanî bandorê li fikra me nake, hêvî dikim ku karê sendîkayê nekeve nava bernameya siyasî.”

Li gorî yasayê kar bikin

Endamê Desteya rêveberiya Ofîsa Soran ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, Ako Ehmed Rabî jî li ser heman mijarê got; “Karê me weke sendîka ne ew e ku em rojnamevanan sûcdar bikin. Karê sendîkayê parastina mafê rojnamevanan e. Em destgîrkirina rojnamevanan bêyî fermana dadgehê jî şermezar dikin.

Destgîrkirina rojnamevan Zubêr Bradostî berevajiyê yasaya rojnamevaniyê ye. Li gorî yasaya hejmara 35’an a karê rojnamegeriyê ya Herêma Kurdistanê, nabe bêyî fermana dadgehê û bê belge rojnamevanek were destgîrkirin, yan jî derbarê wî de lêkolîn were kirin.”

SORAN / ROJNEWS


PDK bila dîktatoriyê neke!

Komîteya Berevaniya li Nûçegihanan (CPJ) li dijî hêzên PDK’ê helwest nîşan da û xwest ku demildest nûçegihan Zubêr Bradostî were berdan.

CPJ têkilî nûçegihanê Rojnewsê Zubêr Bradostî yê ku asayîşa PDK’ê ew destgîr kir û ev 10 roj in agahî jê nayê, daxuyaniyeke niviskî da. CPJ’ê bang li rayedaran kir, xwest ku Bradostî demildest bê berdan.

CPJ’ê diyar kir ku Bradostî ji hêla Fermandariya Helgurdê ya PDK’ê ve hatiye destgîrkirin, nayê hiştin ku kesî bibîne û ji roja destgîrkirina xwe ve jî ew nebirine dadgehê.

Nûnerê CPJ’ê yê Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur, Ignacio Miguel Delgado got, “Rêveberên Kurd xwe weke ku demokrat bin, nîşan didin. Lê encama pergala dîktarorî ye ku nûçegihanek beleheq were girtin. Banga me li Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê ew e ku Zubêr Bradostî demildest bê berdan an jî derbarê aqûbeta wî de agahiyê bidin û wî bibin dadgehê.”

NEW YORK