Zulkuf Gezen bi çalakiya xwe ya li dijî tecrîdê dewleta Tirk a dagirker xiste nava tirsê. Dewletê cenazeyê Gezen revand, malbata wî jî di navê de nehişt ti kes beşdarî merasima çalakiyê bibe, lê li seranserê Kurdistanê yek peyam hat dayîn, em ê tecrîdê bi dawî bikin, Kurdistanê azad bikin.
Polîsên dewleta Tirk bi darê zorê û bêyî destûra malbatê, cenazeyê girtiyê siyasî Zulkuf Gezen revand, ji Stenbolê bire Amedê û bi dorpêça maşînên zirxî cenaze li Goristana Yenikoyê veşart. Zulkuf Gezen pêr êvarê li Zindana Têpa F-2 ya Tekirdagê bi çalakiyeke li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîd bû. Dewleta Tirk a ku bi gornebaşî cenaze dizî û veşart, nehişt ku xelk biçe ser cenaze, û cenazeyê bi wecîbeyên dînî veşêre. Polîsên vê dewleta gornebaş a dagirkerê Kurdistanê destûr neda ku wekilên HDP’ê jî biçin ser gora Zulkuf Gezen û ji wan re gotin, “Ez dewlet im. Biryara dewletê heye. Hûn nikarin beşdarî merasima cenaze bibin.” Tevî vê jî li gelek deveran çalakiyên xwedîderketina li Zulkuf Gezen bi rê ve çûn bi girseyî serdana sersaxiya malbata Gezen hat kirin.
Zulkuf Gezen pêr êvarê, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan li Hepsa Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê bi çalakiyekê şehîd bû. Piştî ku malbatê agahî wergirt û çû cenaze girt, cenaze ji Tekîrdagê bire morga Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê. Parlementerên HDP’ê, pismamê Gezen û gelek kes li Balafirgeha Ataturkê cenaze pêşwazî kir. Malbata Gezen xwest doh saet di 09.50’an cenaze li balafirê bike û bibe Amedê. Lê polisan gef li malbatê xwarin û xwest bi şev cenaze bê definkirin. Ji ber ku malbatê ev daxwaza polîsan qebûl nekir, polîsan bêyî agahiya malbatê, cenaze li balafirgehê desteser kir û bire Amedê. Polîsan bi dizî cenaze li Balafirgeha Ataturk nîvê şevêsaet 00.20’an, bire Amedê. Paşê, hîna nû xeber da malbata Gezen û got, “Em ê cenaze defin bikin. Hûn dixwazin tev li merasima cenaze bibin dixwazin tev li merasima cenaze nebin.”
Dewleta Tirk xwe xist şûna Xwedê
Piştî cenaze anîn Amedê parlamenterên HDP’ê Pero Dundar, Musa Farisoguları, Remziye Tosun, Nuran Îmir, Feleknas Uca, Saliha Aydeniz û Ayşe Acar Başaran, ji bo cenaze wergirin hatin Balafirgeha Amedê. Lê bi sedan polîs bi maşîneyên zirxî balafirgeh xistin bin ablukayê û destûr nedan wekilên HDP’ê derbasî balafirgehê bibin. Polîsan parlamenter bi mertalen xwe dorpêç kirin û asê kirin. Li vir midûrê polîsan got: “Ez dewlet im. Biryara dewletê heye. Hûn dikarin biçin sersaxiya malbatnê, lê hûn nikarin tev li merasima cenaze bibin.”
Ango dewleta Tirk qet xwe jê venagire ku xwe bixe şûna xwedê û şirkê eşkere bike.
Piştre polîsan bi zorê cenaze bir goristana Yenîkoyê. Polîsan di bin dorpêça maşînên zirxî û polîsan de cenaze defin kir û destûr neda ku kesek tev li merasima cenaze bibe. Dema wekilên HDP’ê Saliha Aydeniz, Semra Guzel û Nuran Îmir çûn ser goristanê, polîsan di ketina goristanê de ew asteng kirin û destûr neda ku wekîl tev li merasimê bibin. Polîsan destûra xizmên Gezen jî neda ku tev li merasimê bibin.
Zilma misêwa li Amedê
Doh sibehê, girseyeke qelabalix a li navçeya Baxlerê xwest biçe Goristana Yenîkoyê ji bo serdana gora Zulkuf Gezen. Lê polîsên Tirk dest werda girseyê. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, parlamenterên HDP’ê yên herêmê jî di nav de girse heta bi ketina goristanê meşiya, lê polîsan rêya wan birrî. Polîsan bi ava şid dest werda girseyê.
Piştî danberhevê parlamenter ji barîkatan bihurîn, lê li hundirê goristanê careke din polîsan dor li wan girt û nehiştin kes biçe ser gorê. Parlamenter paşê çûn serdana sersaxiyê ya li Mala Sersaxiyê ya Şaqlatê.
Tirsa wan ji xezeba wan e
Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk, ji bo cenazeyê Zulkuf Gezen, giştînameyek weşand û ketina Amedê yên deriyê Riha, Mêrdîn, Xarpêt, Çewlîkê bi sînor kir. Rêveberên HDP’ê yên ji Çewlîkê, xwestin biçin sersaxiya malbata Gezen, hatin astengkirin. Eskeran giştîname hincet nîşan da û nehişt ku qederê 150 rêveberên HDP’ê bikevin Amedê.
Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Navendî ya Çewlikê Zeynel Barlas, got, wekî din walî e-mail ji wan re şandiye û gotiye, li gorî giştînameyê ketina Amedê ji bajaranên Riha, Mêrdîn, Xarpêt û Çewlîkê hatiye qedexekirin.
AMED