Amûdê jî ji bo Efrînê daket qadan
Bi hezaran şêniyên navçeya Amûdê ya Qamişlo bi yekdengî dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê bi meşeke navendî şermezar kirin.
Meşa li Amûdê doh li Qada Şehîd Cîhad dest pê kir. Beriya meşê esnafên Amûdê dikanên xwe girtin û tev li meşê bûn.
Meşvan heta ber bi Navenda Ciwanên Amûdê ve meşiyan. Li wir meş vegûherî mitîngê. Mitîng bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin.
Bêdengiya dinyayê
Hevserokê Meclîsa Amûde Abdullah Ibrahîm Ehmed axivî û got:“Em Berxwedana Serdemê silav dikin û dagirkeriya dewleta Tirk jî şermezar dikin. Li dijî hemû teknîka pêşketî berxwedaneke dîrokî li Efrînê tê meşandin û nivîsandin. Vîna gelê Kurd tu carî bi teknîka pêşketî nayê şikandin. Mînaka wê jî di berxwedana Efrînê de tê xuyakirin. Dagirkeriya dewleta Tirk armanc dike ku çeteyên li Idlibê derbasî herêma Efrînê bike. Li dijî wan planan jî hêzên navneteweyî bêdengiya xwe bi her awayî diparêzin. Berjewendiyên dewletan pêşî li mirovahiyê digirin. Divê hemû dewlet li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker helwestên xwe nîşan bidin.”
Mitîng bi siloganên ‘Efrîn Kurdistan e, ji dijmin re goristan e’, ‘Bijî berxwedana Efrînê’, ‘Her der Efrîn her der berxwedan’ bi dawî bû.
ANHA/QAMIŞLO