SEMÎR ŞEHABÎ / SILÊMANÎ / ROJNEWS
Tevî ku 32 sal di ser wefata hunermend Şemal Saîb re derbas bûne jî, hîna bi heskirineke mezin li dengê wî tê guhdarîkirin û di nava gel de zindî maye.
Stranbêjê resen ê Kurd Şemal Celal Saîb (Şemal Saîb) sala 1931’ê li bajarê Silêmanî ji dayîk bûye. Ji ber ku bavê wî qeymeqam bû, wî karî li gelek navçe û bajarên Kurdistanê bijî û dinyadîtî bibe.
Şemal piştî ku dibistana seretayî diqedîne, diçe li Bexdayê li dibistana Kolêja Melîk Feysel ku tê de bi zimanê Ingilîzî ders dihat dayîn, dixwîne. Li vê dibistanê, tenê xwendekarên yekem ên Iraqê dikarîn bixwînin.
Mijde bê sal gerayewe
Piştî xwendina xwe li Peymangeha Hunerên Bedew temam dike, sala 1951’ê li Bexdayê dest bi xwendina beşê dîrokê yê Kolêja Adab dike. Sala 1956’an de xwendina zanîngehê temam dike û dîplomeya beşê dîrokê werdigire. Piştî wê, dibe mamostayê dîrokê. Sala 1959’an jî li Peymangeha Hunerên Bedew a li Bexdayê dibe mamostayê mijarên rewşenbîrî û muzîkê.
Sala 1963’an ji bo xwendina xwe ya bilind diçe Emerîka û li wir dîplomeya xwe di beşê edebê de distîne. Sala 1971’ê, li beşê Kurdî yê Radyoya Bexdayê yekem strana xwe ya bi navê ‘Mijde bê sal gerayewe’ pêşkêş dike. Piştî demekê li heman radyoyê dibe rêveberê beşê hunerî û heftane bernameyeke bi navê ‘Baxçeyê Muzîkê’ amade dikir û pêşkêş dikir.
Pisporê karê xwe bû
Çend stranên hunermend Şemal Saîb wiha ne; Hawar sed hawar, Hatî bû hatî, Azîz behare, Zuleyxa, Xuzga dunyam hebaya. Gelek stranên wî yên din hene.
Hunermend Şemal Saîb şarezayê muzîka rojhilatî û cihanî bû. Wî dikarî çend alavên muzîkê bijene, ji wana jî taybet Ud lê dixist. Yekem hunermendê ji Başûrê Kurdistanê bû ku muzîk bi awayekî akademîk xwend, wî li radyoyê bi şêwazê Kurmanciya jorîn jî stran got û tomar kir.
Piştî ku di sala 1968’an de li Silêmaniyê Zanîngeh tê vekirin, daxwaz ji Şemal Saîb tê kirin vegere welat, piştî çend salan daxwaza wan dipejirîne. Hevjîn û zarokên wî ji ber ku naxwazin vegerin welat, ew bi tena serê xwe tê. Li kolêja adab, dibe mamosta. Careke din dizewice û du zarokên wan yên bi navê Jîmo û Tîşko çêdibin. Piştre derbasî Hewlêrê dibe û heta dawiya jiyana xwe li wir dimîne.
Şemal Saîb, 7’ê Mijdara 1986’an ji ber nexweşiyeke demdirêj koça dawî dike. Cenazeyê wî dibin Silêmanî û li Goristana Girdê Seywan vedişêrin.