MÛRADA KENDA / ROJNEWS/DIHOK
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê, Kamûran Berwarî diyar kir ku li başûrê Kurdistanê baregehên dewleta Tirk di bin çavdêriya pêşmergeyên PDK’ê de tên avakirin û pêşmerge parastina wan baregehan dikin. Berwarî got, ew nêzîkatiya PDK’ê çarenûsa siberoja gelê Kurd û Kurdistanê dixê bin metirsiyê û PDK ji van nêzîkatiyên xwe ti berjewendiyê bi dest naxe.
Kamûran Berwarî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got, “Ji sala 1991’an heya niha dewleta Tirk a dagirker hemû qanûnên navneteweyî û exlaqê jiyanê binpê dike. Armanca wan êrişan jî desketiyên gelê Kurd in û xurtkirina bingehên dagirkeriyê ye. Ji ber ku dewleta Tirk li dijî hebûna Kurd û Kurdistanê ye.”
Iraq ji canê sivîlan berpirsiyar e
Berwari diyar kir ku bicihbûna leşkerên artêşa dewleta Tirk li axa başûrê Kurdistanê, derveyî vîna gelê herêmê ye û li ser daxwaza desthilatdariya hikumeta Iraqê ye. Berwarî wiha dewam kir: “Hikûmet û parlamentoya Iraqê ji sivîlên ku di heremê de hatine qetilkirin, berpirsyar in. Bêdengiya hikûmeta Iraqê ji qetilkirin û talankirina xwezayê re, razîbûna wan nîşan dide. Ew bêdengî jî metirsiyar e ku ew talaneke neteweyî, mirovî û niştîmanî ye.”
Berwarî wiha axivî: “Li başûrê Kurdistanê baregehên dewleta Tirk a dagirker di bin çavdêriya peşmergeyên PDK’ê de tên lêkirin û peşmerge baregehên eskerên Tirk diparêzin. Ew nêzîkatiya PDK’ê jî çarenûsa siberoja Kurd û Kurdistanê li ser asta Rojhilata Navîn dixe metirsiyê û PDK dê ji wan nêzîkatiyên xwe ti berjewendiyan bi dest nexe.”
Destê dijminê Kurd xurt neke
Kamûran Berwarî tekildarî mijara daxuyaniya Emerîkayê ya têkildarî her sê şoreşgerên Kurd jî got, “Daxuyaniya Emerîkayê tekildarî her sê şoreşgerên Kurd, biryarake bêwate ye û xizmeta Emerîkayê nake. Her wiha zemîna xweşkirina mezinbûyîn û berfirehkirina hêzên terorîst e. Armanc jî girtina hebûna Kurdên azad, xwedî felsefe û bîrdozî ji bo tinekirina vîna gelê Kurd e. Gelê Kurd û Kurdistanê ji wê biryara Emerîkayê nerazî ye. Erka Emerîkayê ye ku li hemberî êrişên dewleta Tirk bisekine û helwêsta xwe nîşan bide. “