Hewldana Parastina Heskîfê û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê li dijî hilweşandina Çemê Dîcleyê roja 14’ê tîrmehê çalakiyek bi navê “Big Jump” (Gava Mezin) li dar dixe.

Hewldana Parastina Heskîfê û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, her sal di nîvê meha tîrmehê de li gelek welatên Ewropa û li gelek deverên dinyayê ji bo çem azad biherikin û rûxandina li devê çeman bi dawî bibe çalakiya “Gava Mezin (Big Jump)” tê lidarxistin û ew jî li vê derê çalakiyek bi vî rengî li dar dixin. Di daxuyaniyê de tê gotin, ji ber Bendava Ilisûyê û Projeyên Hîdroelektrîkê hemû çand û zindiyên li Çemê Dîcleyê bi tunebûnê re rû bi rû ne. Her du saziyan bang kir ku her kes beşdarî vê çalakiya wan bibe û li dijî vê hilweşînê bisekine.

Bendava Ilisû ku li ser Çemê Dîcleyê tê çêkirin hem bandoreke wê ya xirab li ser çem heye, hem jî Heskîfê di bin avê de bihêle. Herî dawî hikumeta Tirkiyeyê dixwest 10’ê vê mehê di bendavê de dest bi gewimandina avê bike lê ev biryar ji bo niha bi paş ve xist.

 

ÊLIH