Em netewe ne, ne koma eşîran
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê axivî.
Karayilan konsepta nû ya dewleta Tirk a êrişê wiha terîf kir: “Cewhera konsepta nû wiha ye; li Bakurê Kurdistanê bicihanîna ‘plana têkbirinê’ li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî temamkirina hewldana xwe ya ji bo dagirkeriyê. Yanî dixwaze bi siyaseta qirkirinê pirsgirêkê ji holê rake.”
Karayilan tehlûkeya ku Başûrê Kurdistanê tê de ye jî wiha nirxand: “Heger îro ne ji hevsengiya navbera PKK û dewleta Tirk be, sîstema federe ya li Başûrê Kurdistanê nikare rojekê jî bidome. Wê êriş bike û ji holê rake! Gelo Erdogan negotibû; ji ber şaşîtiya me li Bakurê Iraqê rewşeke wiha derkete holê.”
Karayilan der barê bêdengî û xemsariya hikûmeta Başûrê Kurdistanê got, “Bêdengî û helwêsteke bi tirsonekî ku rexneyekê jî nake, teslîmiyet e. Heger vê rêbaza xwe bidomînin wê sibe (Tirkiye) xwe bigihîne heta Hewlêrê û hewl bide hesab bipirse.”
Karayilan ev bang li hêzên Kurdistanî kir “Em; hêzên siyasî yên gelê Kurd divê vê bibînin; berevajî gotinên dewleta Tirk û dijminên din; em ne tenê civateke ji eşîran e. Em neteweyek in, em gel in. Hêza me heye ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi diyalogê û rêbazên demokratîk çareser bikin.”
Yan azadî yan qirrbûn
Karayilan ji bo gelê Kurd jî got, “Du rê li pêşiya gelê me hene; yan em ê li xaka xwe ya kevnare bibin xwedî mafên xwe yên xwezayî û bi rengekî azad bijîn, yan jî em ê di bin postalên dijminê mêtinger re bên qirkirin û komkujî li me bê kirin, bi vî rengî tine bibin. Ji bo paşerojeke azad beriya her tiştî divê em berjewendiyên neteweyî esas werbigirin. Divê em teqez pirsgirêkên heyî bi diyalogê çareser bikin. Eger em karibin vê bikin em ê planên dijminê xwe têk bibin, destketiyên gelê xwe û paşeroja azad misoger bikin.”
Em girekî jî ji wan re nahêlin
Fermandarê Giştî yê NPG’ê Mûrat Karayilan der barê berxwedana gerîla ya li Başûrê Kurdistanê jî got, “Em gerîla ne. Dewleta Tirk dikare li girekî bi cih bibe. Ev ji bo me ne lawazî ye. Li Şekîfê jî em bi rê û rêbazekê hene. Yanî em jê dernakevin. Dijmin li wir be em jî li wir in. Dijmin li ku be em li wir in. Heger dewleta Tirk vê qebûl dike wê li wir bimîne, lê belê her roj, kêlî bi kêlî wê bi rengekî giran berdêla vê bide.
Bila gelê me nekeve nava fikar û gumanan. Dijmin çiqasî teknolojiyê bi kar tîne bila bi kar bîne, gerîla wê bi rêbaza nû her tim di her kêliyê de biavêje ser wan. Ji nişka ve li her deverê dibe ku em derkevin pêşiya eskeran. Em ê girekî Kurdistanê jî ji dewleta Tirk re nehêlin.”
ANF / BEHDÎNAN