Goç-Der a Amedê, piştî li herêma Şemzînanê di 23'ê Tîrmehê de şer û pevçûnê berdewam kir, ji bo lêkolînê çû herêmê û rapor amade kir. Heyetê pişti rapor amade kir li avahiya Goç-Derê ya Amedê bi civînê ji rayagiştî re aşkere kir. Heyeta ku ji Serokê Goç-Derê Vecîh Aydogan, rêveberên lijneyê Hamît Denîz,Yılmaz Kan, Semra Baylan û Mehmet Çîçekçî pêk dihat, Di 1'ê Tebaxê de çûn Şemzînanê û lêkolîn kirin. Heyetê Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore ziyaret kir. Tore ragihan ku ew ji 26 termehê vir ve nikarin ewlekariya gundên weke gundê Yîgîtê jêrîn ku girêdayî Gunyaziyê, Yîgîtler Orta, Mezraya Xara Yîgîtlerê û Zorgeçît û Mezraya Çem ku girêdayî gunê baglarê ne bikin. Ji be vê gundiyan bi giştî malên xwe berdane.
Serokê Goç-Der a Amedê Vecîh Aydogan rapor xwend û diyar kir ku gundên ku mijara gotinêne beriya 5 rojan bi zorê koç kirin. Aydogan anî ziman ku li heberî navenda bajêr, qada Gomanê ku 20-30 km reyan dikeve aliyê çiyayê rojhilat pevçûn belav bûne û wiha axivî: "Li vê qadê gundên mezrayên girêdayî guındên Gulyazi û Baglarê û nêzî 18 bajar, gund û mezra dimînin. Qaşo li gorî hêzên ewlekariyê ji navenda bajar çûyîna gundê Derecikê tê asteng kirin. Li aliyê rojavayê navçeyê rêya ku 20 û 30 km dadikeve nava operasyonê jî heya, lê ew jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hiye girtin."
Agahî ji wan nayê girtin
Aydogan dest nîşan kir ku hemwelatiyên ku bi zorê koçber kirin, xwe li mirovên xwe yên li navenda bajar dimînin girtine û wiha pê de çû: "Hate zanîn Qeymekamtiyê Şemzînanê û Valiyê Geverê ji bo mexduriyeta hemwelatiyan derbas bikin tu kar û xebat nedane meşandin. Hemwelatiyê ku ji bo alikariyê serî li Qeymekamtiyê dane jî ji wan re gotin 'Bila çend rojdin jî derbas bibin, em mêze bikin'."
Li gorê raporê ji mezrayên Yîgîtlera Jorê, Yîgîtler navê û Yîgîtlara xarê bi giştî 26 mal, 13 malên li mezraya Çemê xwe sipartine mirovên xwe yên ku li navenda bajar dimînin. Aydogan desnîşan kir ku gundiyên ku li herêma operasyonê dimînin dibin xeteriyeke mezin dene. Ji bo vê ji gundiyan agahî nayê girtin û di derbarê akîbeta wan de jî tu tişt nayê zanîn."Aydogan da zanîn ku wan bi kesên ku koç kirine hevdîtin pêk anîne û wiha got: "Gundiyan mexduriyeta xwe anîne ziman û gotin 'Mexdûriyeta me di çapemeniyê de li gorî tê xwestin nayê ronahî kirin û ji bo ku em ji vê mexduriyetê xwelas bibin tu xebat nayê kirin.' Gundî bêy ku tiştekê xwe bigre, ji gundên xwe derketine.”
Zîhniyeta şovenîst
Heyetê piştî lêkolîn û çavdêriyên xwe nirxandinên ku kirine wiha ye: "Weke her çarê zîhniyeta tekçî û şûven li ser kare. Zîhniyet ku 30 sale çiyayan bombe dike, gundan vale dike ji bilî pirsgirêka ku heyî kurtir bike tişteke din nake. Ji xeynî tirajediyan jiyan bike pêşdetir naçe. Li Şemzînanê xweza tê qetil kirin. Mirov bi zorê ji cih û warên wan tên koçber kirin. Li gel ev qas buyer tên jiyan kirin, medyaya netewiyî hîna jî bêdenge. Weke tê zanîn bûyerên li Şemzînanê ji raya giştî tê veşartin. Hikûmet bi xwe ji bo ev bûyer neyên eşkere kirin, bi rengekê vekirî devê kesên berpirsiyar digire."
DÎHA/AMED